Hewlêr (Rûdaw) - Di telefona Parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel de peyamên balkêş hatin dîtin.
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de, li Enqereyê 2 gumanbarên din hatin desteserkirin.
Ev operasyon, piştî vekolînên dîjîtal ên li ser telefona Parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel pêk hat.
Di encamê de, bi tohmeta şeş sûcên cuda biryara desteserkirinê ji bo Sefa K. û Emre E. hat dayîn.
Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê "winda" bûbû.
Hat zanîn ku operasyona dawî ya li Enqereyê, li ser bingeha wan delîlan pêk hatiye ku ji telefona parêzgarê berê hatine bidestxistin.
Şeş sûcên cuda
Li ser gumanbar Sefa K. û Emre E. ji ber van sûcan miameleya yasayî hatiye kirin:
· Jêbirin, veşartin an guhertina delîlên sûc
· Bidestxistin an belavkirina agahiyên kesane bi awayekî derqanûnî
· Bêparkirina kesan a ji azadiyê
· Birîndarkirina bizanebûn
· Talan
· Xerakirin, astengkirin û guhertina pergalên înformatîkê
Peyamên balkêş ên di telefona parêzgarê berê de
Parêzerê malbata Gulistan Dokuyê Alî Çîmen diyar kir ku di vekolîna telefona parêzgarê berê Tuncay Sonel de (ku niha girtî ye), ew rastî hinek nivîsên balkêş hatine.
Li gorî îdiayê, Tuncay Sonel hesabekî ku wî li ser medyaya civakî rexne dike, ji Gokhan Ertokê girtî re şandiye.
Tuncay Sonel ev peyam jê re nivîsiye:
"Hûn dê tişta pêwîst bikin, bira."
Ertok jî di bersiva xwe de diyar kiriye ku wan IP û navnîşana wî hesabî tespît kiriye, çûne mala kesê rexnegir û dest danîne ser cîhazên wî yên dîjîtal.
Her wiha tê îdiakirin ku Ertok wêneyê zilamekî ku ser û rûyê wî di nava xwînê de li erdê ketiye û wêneyê çekekê ji Sonel re şandiye.
“Me ew desteser kir”
Di nivîsan de ev peyamên Ertok cih digirin:
"Me şevê din şexs desteser kir û vê sibehê derxist pêşberî dozgeriyê."
"Me telefona wî kopya kir, em dikarin kameraya pêş û paş bişopînin."
"Me du cîhazên guhdarkirinê xistine medbex û odeya wî, em dê demekê wî bişopînin."
Li hemberî van peyaman, tê îdiakirin ku Sonel jî wekî "Spas dikim, birayê min" bersiv daye.
Parêzer Alî Çîmen destnîşan kir ku li gorî qeydên MASAKê, yekser piştî vê bûyerê, bi rêya polîsekî bi navê Şukru Eroglu 20 hezar lîre ji Gokhan Ertok re hatiye şandin.
Çîmen her wiha da zanîn ku her du gumanbarên dawî yên li Enqereyê jî tevlî van bûyeran bûne.
Parêzer Alî Çîmen xwest ku lêpirsîn di çarçoveya "xebatên rêxistinî" de bê berfirehkirin.



