Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê CHPyê Muslim Sari got, “Îlankirina partiya nû di bin banê CHPyê de ne exlaqî ye”
Berdevkê CHPyê Muslim Sari piştî civîna Komîteya Birêvebiriya Navendî ya CHPyê daxuyaniyek da.
Sari bertekeke tund nîşanî biryara damezirandina partiya nû ya Ozgur Ozel da.
Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê careke din vegeriya ser peywira xwe.
Komîteya Birêvebiriya Navendî ya CHPyê bi serokatiya wî civiya.
Piştî civînê Berdevkê CHPyê Muslim Sari li ser rojevê agahî dan.
Muslim Sari bi gotinên tund êrişî Ozgur Ozel û tîma wî kir.
Ozel û tîma wî berê ragihandibû ku ew dê ji CHPyê veqetin û partiyeke nû ava bikin.
"Wan rev tercîh kir"
Muslim Sari, Ozgur Ozel û kesên pê re bi parçekirina CHPyê tawanbar kirin û got:
"Li şûna ku ew neyîniyên pêvajoya betalbûnê ya ku ew bi xwe bûn sedem ji holê rakin û bi hev re têbikoşin, wan rev tercîh kir.
Wan ev pêvajo 2 mehan bi mantiqê 'em çi qasî parçeyekî mezin ji CHPyê qut bikin ew qasî baş e' bi rê ve biriye."
Sari bangî Ozgur Ozel û tîma wî kir û got:
"Em bangî wan dikin ku ji vê şaşiyê vegerin. Eger ew israr bikin jî em dixwazin îlan bikin ku ew hevkarên AK Partiyê, parçeker û kursîparêz in."
"Îlankirina partiya nû ne exlaqî ye"
Sari, îlankirina partiyeke nû ya siyasî di bin banê CHPyê de rexne kir û go ku ev yek ne exlaqî ye û wiha domand:
"Mirov nikare di nav partiyeke siyasî de be û ji derfetên wê partiya siyasî sûdê wergire û partiyeke din a siyasî îlan bike.
Eşkere ye ku ev yek pirsgirêkeke cidî ya etîk û exlaqî çêdike."
"Pêleke îstifayan nîne"
Muslim Sari li ser îstifayên piştî daxuyaniya partiya nû jî axivî. Wî îdia kir ku ew têgeha ku li ser medyaya civakî hatiye avakirin rastiyê nîşan nade.
Sari destnîşan kir ku hejmara îstifayan kêm e û got:
"Rêjeya îstifayan negihîştiye dehyeka endamên CHPyê jî. Pêleke îstifayan ne mijara gotinê ye."
Bi gotina Sari piraniya serokên şaredariyan mana di CHPyê de tercîh kiriye.
"Dê bixwazin vegerin"
Muslim Sari her wiha îdia kir ku ew kesên îstifa kirine dê di paşerojê de bixwazin vegerin nav CHPyê û got:
"Ez ji niha ve dibînim ku dê hemû hevalên me yên ku îstifa kirine piştî demekê ji bo vegera li CHPyê hewleke mezin bidin."



