Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser amadekariyên li ser yasaya çarçoveyê got, "Efûya giştî û efûya taybet a ji bo şexsan tune. Yasaya pêvajoyê dê yasayeke demkî û serbixwe be. Beriya ku parlamento bikeve betlaneyê, ev yasa dê were qebûlkirin."
Xebatên ji bo "yasaya çarçoveyê" ya ku dê jêrxana yasayî ya pêvajoya aştiyê ava bike didomin.
Di vê çarçoveyê de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî 2 rojan serdana partiyên siyasî kir.
Numan Kurtulmuş di roja yekem a serdanên xwe de bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re civiya.
Kurtulmuş, îro jî bi Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu re hat ba hev.
Serokê Parlamentoyê her wiha bi Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Wekîlê Serokê Giştî Efkan Ala, Berdevkê Partiyê Omer Çelîk û Wekîla Serokê Komê Ozlem Zengînê re jî hevdîtin kir.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî li ser amadekariyên yasayî yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de daxuyanî dan.
"Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî de ye"
Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da çapemeniyê û got:
"Beriya her tiştî ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî ya gelekî girîng re derbas dibe.
Sala borî 5ê Tebaxê me li vê derê dest bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kiribû.
Di encama 21 civînên dirêj, şêwir û nîqaşan de ku bi sedan kesên ji beşên cuda yên civaka Tirkiyeyê hatin guhdarkirin, raporeke hevpar a gelekî girîng hat amadekirin.
Ev rapor di pêvajoya piştî wê de ji bo me bû nexşerê û rêberek. Li wê derê bi tifaq û lihevkirina hemû partiyên beşdar raporek derket holê û ev ji bo Tirkiyeyê bû nexşerêyek.
"Bi ragihandina çekdanînê re pêvajoyeke nû dest pê kir"
Kurtulmuş diyar kur ku bi ragihandina danîna çekan a PKKyê re pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha pê de çû:
"Di vê pêvajoyê de xebatên vê Komîsyona li Parlamentoyê gelekî hêja û girîng bûn.
Her wiha dema em li hemû çareseriyên şer û pevçûnan ên li cîhanê dinêrin, ev xebateke gelekî bitesîr û cihêreng bû.
Di vê xebatê de cihê çavê sêyemîn tunebû. Çimkî hemû partiyên siyasî li ser navê milet hem bûn çavdêr hem jî bûn hilgirên pêvajoyê.
Her wiha derxistina metneke hevpar a ew qas girîng, ji bo nîşandana hêza Parlamentoya Tirkiyeyê û derxistina fonksiyona wê ya demokratîk gelekî girîng û biqîmet e."
"Dê yasayeke demkî û serbixwe be"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li ser "Yasaya Çarçoveyê" ya ku tê çaverêkirin bê derxistin jî wiha got:
"Ez dixwazim beriya her tiştî diyar bikim ku dê çarçoveya serekî ya di beşa 6emîn a rapora me de bê parastin.
Ev beş li ser tevgera rêxistina fesixbûyî û sererastkirinên yasayî ye. Yanî ev dê yasayeke demkî û serbixwe be.
Ev yasa dê sînorekî krîtîk diyar bike. Yanî divê di nav vê yasayê de mekanîzmayek hebe ku tesbît û piştrast bike ku rêxistinê çek danîne û fesix bûye.
"Efûyeke giştî an jî efûyeke taybet a ji bo şexsekî nîne"
Ev yek qet nabe wekî efûyeke giştî an jî efûyeke taybet a ji bo şexsekî. Meseleya mezin ev e ku bi taybetî di van mehên havînê de endamên rêxistinê çekan deynin û vegerin welêt.
An jî divê ev yasa bi awayekî berfireh û rêxweşker were rojevê da ku xebatên rêxistinî yên endaman biqedin.
Di hemû hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî re tê dîtin ku li ser çarçoveya giştî nêrîneke hevpar heye.
Di pêvajoya bê de, di demeke pir kurt de dê serok û wekîlên serokên komên partiyan li ser hûrgiliyên vê yasayê bixebitin û bînin asteke diyarkirî.
Dibe ku di qonaxa piştî wê de xebateke hevpar bi nûnerên hemû partiyan re bê rojevê.
Em hêvî û arezû dikin ku beriya parlamento bikeve betlaneyê, ev yasa were qebûlkirin û deriyên serdemeke nû ji bo Tirkiyeyê heta dawiyê veke.
"Em deriyên serdemeke nû vedikin"
Hevalên hêja, ez dixwazim vê yekê jî diyar bikim. Mesele ne tenê derxistina yasayekê ye. Em deriyên serdemeke nû vedikin.
Di vê serdemê de dê çek li pey bimînin û biratiya Kurd û Tirkan a li Tirkiyeyê heta qiyametê bê ragihandin.
Dê di hiş û dilan de qet cih ji terorê re nemîne. Eger têkoşînek hebe, ew dê tenê di şiklê reqabeta siyasî de bidome.
Hûn îro yasayê wisa derdixînin. Sibe dibe ku yasayeke din a cuda derkeve.
Lê ya esasî ew e ku mirov biratiya xwe ya di dilê xwe de û ya di dirêjahiya dîrokê de ji niha pê ve jî bi heman awayî bidomînin.
Bi taybetî di vê serdem û cografyaya ku em tê de ne, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî, bihevrebûn, biratî û dostaniyê heye.
Dema em vê diyardeya terorê deynin aliyekî ku encama hinek projeyên emperyal e û bi salan Tirkiye mijûl kir, em dê bi vê sererastkirinê re deriyên vê biratiyê zêdetir vekin. Înşelah dê partî bi lez xebatên xwe temam bikin."
"Beriya betlaneyê dê were qebûlkirin"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser dema derxistina yasayê jî wiha axivî:
"Wekî ku min diyar kir, ez hêvî dikim ku beriya parlamento bikeve betlaneyê em vê sererastkirinê bikin û paşê parlamento bikeve betlaneyê.
Ji ber eleqeya we ya di vê xebata me ya du rojî de, ez gelekî spasî we dikim. Wekî şopînerên nêzîk ên vê pêvajoyê her tim keda we jî gelek e.
Ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî birêz Serokkomarê me, birêz Devlet Bahçelî, serokên giştî yên partiyên siyasî, nûnerên hemû partiyên siyasî yên ku di komîsyonê de tevî şert û mercên zehmet jî bi gihîştî xebatên xwe domandin, 51 endamên komîsyona me, camîeya akademîk, civaka sivîl û saziyên medyayê dikim.
Înşelah ji niha pê ve li Tirkiyeyê dê ne dengê çek û bombeyan, tenê stranên biratî, aştî, silametî û hizûrê bên gotin.
Ji bo pêkanîna vê yekê, vekirina vî derî heta dawiyê, berpirsyariya me ya hevpar û neteweyî ye. Ez dibêjim li ser xêrê be. Înşelah dê bi serkeftî temam bibe."



