Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku wan li baregeha leşkerî ya Ed-Dohayê ya li rojavayê Kuweytê, depoyên cebilxaneyê û tesîsên lojîstîk ên Fermandariya Hêzên Bejayî ya Amerîkayê bi dronan kirine hedef.
Di daxuyaniya Artêşa Îranê de hat diyarkirin ku ev êriş di çarçoveya pêla 21ê ya "Operasyona Birûskê" de hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku ev êriş wekî bersivekê ji bo êrişên Amerîkayê yên li ser axa Îranê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku bi dronên kamîkaze li depoyên cebilxaneyê û kel û pelên lojîstîk ên Fermandariya Hêzên Bejayî ya Amerîkayê ya li baregeha Ed-Dohayê hatiye xistin.
Piştî ku Amerîkayê bi şev ragihand ku wan êrişî Îranê kiriye, li gelek herêmên welêt dengê teqînan hatibû bihîstin.
Herêmên cuda yên parêzgehên Xuzistan, Sîstan-Belûçistan, Hurmizgan, Bûşehr, Kirmaşan, Hemedan, Kurdistan û bajarê Tewrêzê bûn hedefa êrişên Amerîkayê.



.webp&w=3840&q=75)