Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu behsa darazê û maf û azadiyên bingehîn kir û got, “Eger em di nav şer de bûna jî divabû ew maf nehatana binpêkirin.”
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu li ser sala nû ya darazê civîneke medyayê li dar xist.
Îbrahîm Kaboglu anî zimên ku "Mafên bingehîn ên ku di dema şer de jî nayên guhertin, îro bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin."
Kaboglu sala nû ya darazê di çarçoveya "pîşeya parêzeriyê, dewleta hiqûqê, serbixwebûna darazê û maf û azadiyên bingehîn" de nirxand.
Serokê Baroyê qala xebatên baroyê yên salekê kir û diyar kir ku Baroya Stenbolê ne tenê rêxistineke pîşeyî ye û baro ji bo parastina dewleta hiqûqê û mafên mirovan xwedî berpirsyariyeke destûrî ye jî.
"Hevpîşeyên me rastî tundiyê hatin"
Kaboglu bal kişand ser êrişên li dijî parêzeran û behsa wan parêzeran kir ku hatine qetilkirin:
"Kuştina Zekeriya Polat û Hatîce Kocaefeyê em hemû gelekî êşandin.
Ji bilî wê jî gelek hevpîşeyên me rastî tundiyê hatin. Ev tundî ne tenê ji nav civakê ye, di heman demê de ji ber zextên dewletê jî pêk hat.
Wekî Baroya Stenbolê em li ba her hevpîşeyekî xwe yê ku rastî êrişê hatiye sekinîn û me piştgiriya hiqûqî da wan."
"Kapasîteya Bakirkoyê 2 qat, ya Sîlîvriyê 3 qat e"
Kaboglu li ser lêkolînên xwe yên li girtîgehan agahî dan û diyar kir ku wan serdana gelek girtîgehan kiriye:
"Me di serdanên xwe de dît ku girtî û hikûmxwar rastî kiryarên xerab tên û ji prensîba rûmeta wekhev bêpar in.
Pirsgirêka kapasîteyê ya girtîgehan roj bi roj girantir dibe. Li Girtîgeha Bakirkoyê bi qasî 2 qatan, li Sîlîvriyê 3 qatan zêdetirî kapasîteyê girtî hene.
Ji ber vê yekê, hem mafê cih û tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û hem jî xebatkarên girtîgehan (gardiyan) neçar in di bin şert û mercên giran de bixebitin."
Kaboglu destnîşan kir ku mafên bingehîn ên di xala 15an a destûra bingehîn de hatine mîsogerkirin bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û wiha pê de çû:
"Eger Tirkiye di nava şer de bûya jî diviyabû mafên bingehîn nehatana binpêkirin lê îro bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin."
"Pişt re delîlan çêdikin"
Kaboglu kiryarên wekî girtin û desteserkirinê jî rexne kirin.
Li gorî gotina wî di dema lêpirsînan de prensîbên dewleta hiqûqê tên binpêkirin.
Kaboglu da zanîn ku xwedîbûna nêrîneke siyasî ya diyar ji bo bêparkirina azadiyê wekî hinceteke têrker tê dîtin.
Serokê Baroya Stenbolê dîtinên xwe bi van gotinan anîn zimên:
"Piştî ku mirov ji azadiya xwe bêpar dimînin, dest pê dikin delîlan çêdikin.
Îdianame jî bi mehan, heta bi salan şûnde tên amadekirin. Ev yek bi awayekî eşkere desteserkirina azadiya kesan e."



