Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke nû ya êrişên asmanî temam kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, armanca van êrişan ew e ku kapasîteya êrişkirinê ya Îranê ya li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê kêm bikin.
CENTCOMê îro daxuyaniyek da.
CENTCOMê diyar kir ku balafirên şer li Îranê gelek armancên stratejîk kirine hedef.
Di nav van armancan de navendên fermandariya leşkerî, dezgehên hêzên deryayî, platformên avêtina mûşek û dronan û pergalên parastina asmanî hene.
Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku pêla dawî ya êrişan bi dema rojhilatê Amerîkayê roja duşemê saet 21:00an (bi dema Hewlêrê 04:00an) bi dawî bûye.
Derbasbûna keştiyan didome
CENTCOMê da zanîn ku tevî gefên Îranê jî derbasbûna keştiyên bazirganiyê ya ji Tengava Hurmizê didome.
Ev tengav ji bo veguhastina deryayî ya navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê ji destpêka meha gulanê ve hêsankarî ji bo derbasbûna ewle ya nêzîkî 900 keştiyên bazirganiyê kiriye.
Her wiha 450 milyon bermîl petrola xav jî bi ewlehî di tengavê re hatine dederbaskirin.
Hişyariyeke tund ji bo Tehranê
CENTCOMê hişyariyeke tund da Tehranê.
CENTCOMê ragihand ku ji ber "êrişên bêhincet ên Îranê yên li dijî deryavanên sivîl" hêzên Amerîkayê bi temamî amade ne ku bersivê bidin.

.webp&w=3840&q=75)

