Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi pêleke nû ya êrişên li dijî Îranê kiriye.
CENTCOMê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro saet 16:00an bi dema rojhilatê Amerîkayê (23:00 bi dema Hewlêrê), hêzên Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî Donald Trump dest bi pêleke nû ya êrişên li dijî Îranê kir."
Armanca êrişan
CENTCOMê li ser armanca êrişan jî daxuyanî da.
Fermandariyê diyar kir ku armanca van êrişan ew e ku şiyanên leşkerî yên Îranê lawaztir bikin.
CENTCOMê destnîşan kir ku Îran wan şiyanan ji bo êrişkirina ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê bi kar tîne.
Ev pêla nû ya êrişan, piştî hişyariya tund a Serokê Amerîkayê Donald Trump hat.
Trump hişyarî dabû Tehranê û gotibû ku ew her dema leşkerekî Amerîkayê bikujin, dê bedêla wê qat bi qat bidin.
Hejmara leşkerên Amerîkayê yên mirî
Amerîkayê van demên dawî ragihand ku çend leşkerên wan ên din mirine.
Hat zanîn ku yek ji wan leşkeran, dema têkbirina droneke bombekirî ya Îranê ya li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Bi vê yekê re, hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku ji destpêka şerê meha Sibatê ve mirine gihîşt 17an.
Li Îranê dengê teqînan tê bihîstin
Piştî xirabûna peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de, li Tengava Hurmizê û Kendavê ji bo çûn û hatina keştiyan gelek astengî derketin.
Her wiha di vê demê de êrişî gelek keştiyan hat kirin.
Li hemberî vê yekê, Îranê jî bi dron û mûşekan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê, Behreynê, Urdinê û Sûriyeyê kir.
Medyaya Îranê ragihand ku li Bender Ebasê, Sîrîkê û Şîrazê dengê teqînan hatiye bihîstin.


.webp&w=3840&q=75)
