Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku artêşa Libnanê roja duşemê bi awayekî fermî berpirsyariya ewlehiyê ya 3 gundên li başûrê welêt wergirtiye.
Ev gav wekî yekem ceribandina qadê ya ji bo peymana vekişîna hêzên Îsraîlê û bêçekkirina Hizbulahê tê dîtin.
Li 3 gundan bi cih dibin
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku artêşa Libnanê li gundên Firûn, Sirîfa û Zewter Xerbiyê bi cih dibe.
Berdevkê wezaretê Tommy Pygott diyar kir ku ev gav encama hevdîtinên hefteya borî yên li Romayê ye.
Pygott her wiha anî zimên, "Washington dê heta bicihanîna peymanê bi her du aliyan re bixebite."
Herêma Ceribandinê çi ye?
Têgeha "Herêma Ceribandinê" ji wî cihî re tê gotin ku wekî mînak ji bo ceribandina planeke nû tê hilbijartin.
Di vê pirsgirêka Libnanê de armanc ew e ku pêşî artêşa Libnanê li van 3 gundan bi cih bibe û Îsraîl ji wir vekişe.
Eger ev plan bi ser bikeve û Hizbulah li wan gundan bêçek bibe, dê plan li hemû deverên din ên başûrê Libnanê were pêkanîn.
Mijara bêçekkirina Hizbulahê
Li gorî peymanê, divê tenê artêşa Libnanê ewlehiya wan navçeyan kontrol bike.
Di heman demê de divê artêş garantî bike ku ti çek û baregehên Hizbulahê li wan deran nemane.
Her çi qasî Hizbulah vê peymanê red bike jî artêşa Libnanê li herêmê çalaktir dibe.
Li hemberî vê yekê, Îsraîl dibêje heta ku Hizbulah çekên xwe nedeyne, hêzên wan dê li "herêmeke ewle" ya ku 10 kîlometreyan di nav axa Libnanê de ye bimînin.


.webp&w=3840&q=75)
