Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hemasê ragihand ku wan Xelîl Heyya ji bo serokatiya Buroya Siyasî hilbijartiye.
Xelîl Heyya di hevdîtinên agirbestê yên bi Îsraîlê re serkêşiya şandeya Hemasê dikir.
Ew li şûna Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwarê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin hat erkdarkirin.
Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û ev agahî dan:
“Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê, li şûna Fermandar Yehya Sînwar, Xelîl Heyya ji bo serokatiya buroya siyasî ya tevgerê hilbijartiye.”
Xelîl El Heyya dê di Konseya Serokatiyê ya 5 kesî de cih bigire.
Her wiha hat zanîn ku Mihemed Derwîş jî serokatiya Konseya Şûraya Giştî dike.
Divê were bibîranîn ku Yehya Sînwar jî li şûna serokê berê Îsmaîl Heniyeyê ku li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.


.webp&w=3840&q=75)
