Hewlêr (Rûdaw) - Li Behreynê ji ber êrişên Îranê sîrên lê dixin. Bangî xelkê hat kirin ku herin cihên ewle.
Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê li ser hesabê xwe Xê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku sîren careke din lê dixin.
Wezaretê di hişyariya xwe ya sêyem a ji şevê ve de, ji xelkê xwest ku aram bin, herin herêma herî nêz a ewle û li gorî fermanên rayedaran tevbigerin.
Li Behreynê ji saetên şevê ve beriya niha jî du caran sîrenan lê dabû û rayedaran di her du hişyariyan de jî xelk arasteyî herêmên ewle kiribû.
Hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Menamayê diyar kir ku agahiyên wan hene ku Îran dikare li Menamaya paytexta Behreynê hinek xalan bike hedef.
Balyozxaneyê bangî welatiyên Amerîkayê kir ku baldar bin û li gorî fermanên rayedarên herêmî tevbigerin.


