Hewlêr (Rûdaw) - Di 24 saetên dawî de, aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de gihîştin asteke metirsîdartir.
Amerîkayê pêla 8an a êrişên xwe yên giran li Îranê pêk anî û li beramberî vê yekê, Îranê jî bi dron û mûşekan êrişî çend xalên li welatên cîran kir.
Danê sibehê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêla 8an a êrişên wan ên asmanî yên li baregehên Supaya Pasdaran a Îranê "bi serkeftî" bi dawî bûye.
CENTCOMê destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya bersivdana êrişa li Urdinê de bûn ku tê de 2 leşkerên wan hatibûn kuştin.
Êrişên Amerîkayê gelek herêmên stratejîk ên Îranê li xwe girtin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, li Girava Qişmê ya parêzgeha Hurmizganê ya li başûrê Îranê çend caran dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Parêzgarê Hurmizganê Mihemed Taziyanî eşkere kir ku îro saet 03:40î Amerîkayê êrişî herêmeke Qişmê kiriye.
Mihemed Taziyanî bêyî ku qala kuştî û birîndarên leşkeran bike diyar kir:
"Di encama êrişê de birîndarên sivîl nehatine tomarkirin û zerer negihîştiye binesaziyên niştecihbûn û bazirganiyê."
Li gorî ku xelkê herêmê li ser torên civakî belav kiriye saet 06:10an balafirên şer ên Amerîkayê çend herêmên din ên Qişmê kirine armanc û dengê herî kêm 6 teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Her wiha li Hecîabad û Sîrîkê yên parêzgeha Hurmizganê jî dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Medyaya Îranê ragihand ku Amerîkayê bi mûşek, dron û balafirên şer êrişî wan her du bajaran kiriye.
Medyaya Îranê qala wê yekê jî dike ku di encama êrişên Amerîkayê yên li çend herêmên Bender Ebasê ya navenda parêzgeha Hurmizganê de kesekî bi navê Şahîn Lutf Azer miriye.
Li Xuzistan û Sîstan-Belûçistanê teqîn
Di 24 saetên dawî de, li parêzgeha Xuzistanê jî dengê teqînên bihêz û bombebaranan hat bihîstin.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Weliyullah Heyatî piştrast kir ku êrişeke mûşekî li xalekê li bajarê Şadganê yê parêzgehê hatiye kirin lê ti zererên canî çênebûne.
Wekî ku medyaya xwecihî belav kiriye, li Çabehara Sîstan û Belûçistanê jî dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin lê berpirsên hikûmetê piştrast nekiriye ku êrişî wî bajarî hatibe kirin.
Qaymeqamê Çabeharê Xulamreza Mecîdî ji medyaya fermî ya welatê xwe re anî zimên ku dengê teqînan ji ber jinavbirina "kontrolkirî" ya paşmayên teqemeniyên şer bûye.
Şêniyên Bûşehr, Bender Lenge, Kîş û Erakê li ser torên civakî belav kir ku wan dengê çend teqînên bihêz bihîstiye lê belê berpirsên hikûmetê red dikin ku Amerîkayê êrişî wan herêmên li başûr û naverasta Îranê kiribe.
Supaya Pasdaran a Îranê jî ragihand ku di encama xebitîna pergala parastina asmanî ya li bajarê Ehwazê de droneke MQ9 a Amerîkayê hatiye xistin.
Îranê êrişî Kuweyt û Herêma Kurdistanê kir
Artêşa Îranê di çarçoveya bersivdana êrişên Amerîkayê yên li welatê xwe de, dest bi qonaxa 17an a operasyona Birûskê kir.
Li gorî daxuyaniyekê, artêşê bi dronan êrişî depoyên çek û teqemeniyan ên Amerîkayê û pergala radara Patriotê yên li baregehên leşkerî yên Udeyri û Elî Salimê yên li Kuweytê kiriye.
Li aliyê din, artêşa Kuweytê piştrast kir ku pergala wan a parastinê di amadehiya temam de ye ji bo xistina wan dron û mûşekên ku ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve ber bi wan ve tên şandin.
Komara Îslamî ya Îranê êrişî baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li herêma Çemşariyê ya nêzîkî Dareşekranê ya li parêzgeha Hewlêrê jî kir.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê Edîb Xalidiyan ji Rûdawê re eşkere kir ku di êrişê de 8 Pêşmergeyên wan birîndar bûne û rewşa 4an ji wan giran e.
Peyman hat binpêkirin
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û beriya ku agirbest çêbibe, 40 rojan berdewam kir.
Niha jî tevî hebûna peyman û agirbestê, Amerîkayê ev 8 roj in bi giranî dest bi êrişên li herêmên başûr ên Îranê kiriye.
Li beramberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê jî êrişên xwe yên li berjewendiyên Amerîkayê yên li welatên herêmê didomînin.

.webp&w=3840&q=75)

