Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonekê de bi tohmeta propagandakirin û dabînkirina çavkaniyên darayî yên ji bo rêxistina DAIŞê 119 kes hatin desteserkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li 30 parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê operasyoneke hevwext a li dijî rêxistina DAIŞê pêk aniye.
Operasyon di bin hevahengiya Serokatiya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serdozgeriyên Komarê de hat kirin.
Operasyon ji aliyê tîmên taybet ên cendirmeyan ve hat kirin.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de bi ser gelek navnîşanan de girtin û 119 kes desteser kirin.
Li gorî daxuyaniyê, gumanbaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya DAIŞê kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku van kesan bi rêya hinek kesên girêdayî DAIŞê û di bin navê "komeleyên alîkariyê" de, çavkaniyên darayî ji bo wê rêxistinê dabîn kirine.
Kar û barên yasayî didomin
Hêzên ewlehiyê 119 kesên desteserkirî birine birêvebiriyên ewlehiyê û kar û barên yasayî yên derbarê wan didomin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tekez kir ku hêzên wan ên ewlehiyê dê ji bo “jiholêrakirina çalakî û jêrxana darayî ya DAIŞê” operasyonên xwe bidomînin.



