Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên nû yên Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Kar (ÎSÎGyê), ji 2013an ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 852 zarok li ser kar mirine.
Li aliyê din, Sendîkaya Xwendekaran li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê li ser Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) lêkolînek kir.
Di lêkolînê de bi belgeyan hat eşkerekirin ku xwendekarên vê pergalê demjimêrên dirêj tên xebitandin.
Ew rastî qezayên kar û muameleya xerab tên, her wiha ti çavdêrî li ser karê wan nîne.
Bi rêya çend raporên dadrêsî û akademîk, mijara karkirina zarokan, ewlehiya kar û modelên perwerdeya pîşeyî li Tirkiyeyê careke din ket rojevê.
Amarên ÎSÎGyê û ev xebata li Gebzeyê bi zelalî nîşan didin ku karkirina zarokan di nava pergalê de çawa cih girtiye û mafên wan çawa tên binpêkirin.
Di 13 salan de 852 zarok mirine
Li gorî amaran, ji sala 2013an heta niha di dema karkirinê de herî kêm 852 zarok mirine.
Hûrgiliyên li ser van zarokan û beşên kar ên ku lê dixebitîn wiha ne:
Zayend û rewşa wan: Ji qurbaniyan 730 kur û 122 jî keç in. Hat diyarkirin ku 98 zarok ji malbatên penaber û koçberan in.
Temen: Temenê 291 zarokan di navbera 5 û 14 saliyê de ye. 561 zarok jî di navbera 15 û 17 saliyê de bûne.
Beşên kar: Ji sedî 52yê qezayên kujer di karên çandinî û daristanê de pêk hatine. Piştî wê, bi ji sedî 13an karê avahîsaziyê û çêkirina rêyan, bi ji sedî 8an cihên hewandina geştyaran (otel hwd.), bi ji sedî 7an karê metalê û bi ji sedî 3yan jî karê xwirekê tên.
Karê giran û tundî
Sendîkaya Xwendekaran li Gebzeyê li gel 926 xwendekarên di navbera 14 û 18 salî de rapirsiyek kir.
Ew xwendekar hem perwerdeyê dibînin û hem jî di pîşesaziyê de dixebitin.
Di rapirsiyê de ev zanyarî derketin pêş:
Demên kar: Ji sedî 58,1ê xwendekaran gotiye ku ew her heft rojên hefteyê dixebitin. Ji sedî 70,9an jî anî zimên ku ew rojê ji 12 demjimêran zêdetir tên xebitandin.
Qezayên kar û tenduristî: Ji sedî 90,5ê wan da zanîn ku herî kêm carekê rastî qezaya kar hatine. Lê belê ji sedî 89,9ê wan diyar kir ku piştî qezayê ew nebirine ti nexweşxane yan binkeyên tenduristiyê.
Kontrol û perwerde: Ji sedî 88,9ê beşdaran gotiye ku li cihê kar ti kontrol û çavdêrî nîne. Ji sedî 91,4an anî zimên ku ew bi karên derveyî pîşeya xwe tên xebitandin. Her wiha ji sedî 89,6ê wan jî destnîşan kir ku ji ber barê giran ê kar, ew nikarin perwerdeya xwe ya dibistanê bişopînin.
Rewşa derûnî û fîzîkî: Dîsa ji sedî 97,8ê zarokan anî zimên ku li cihê kar dijûn û heqaret li wan hatiye kirin. Ji sedî 96,8an jî diyar kir ku wan li ser kar lêdan xwariye û rastî tundiya fîzîkî hatine.



