Stenbol (Rûdaw) - Krîza aborî ya ku li Tirkiyeyê didome, bûye pirsgirêka herî mezin a zindiyan lê mirin jî êdî bûye pirsgirêkeke darayî ya giran, bi taybetî li bajarekî wekî Stenbolê.
Li piraniya goristanan cih nemaye, li gorî tarîfeya Şaredariya Bajarê Mezin a sala 2026an, heqê gorekê ji 15 hezar lîreyên Tirkî dest pê dike û li gorî cihê goristanê heta 334 hezar lîreyî bilind dibe.
Piraniya xelkê termên xwe vedigerînin bajarên xwe, çimkî li Stenbolê mirin jî bi bihayê zêr e.
Şerîfe Bayrama 65 salî ku şêniya navçeya Beyogluya Stenbolê ye di vê germê de çûye serdana gorên her sê zarokên xwe ku berê li wir hatine veşartin.
Wê demê pereyê wê têrê kiriye ku wan cihan bikire lê dema hevjînê wê mir, wê nekariye li Stenbolê gorekê bikire û termê wî biriye bajarê xwe Sêwazê û li wir veşartiye.
Şerîfe Bayramê li ser vê rewşê got:
“Min wê demê pereyekî hindik da lê niha heqê van mezelan gelekî zêde ye.
Yên ku pereyê wan hebin dikirin, yên ku tunebin jî dibin welatê xwe.
Min hevjînê xwe bir li gundê xwe veşart. Min nekarî li vir bispêrim axê.”
Goristan ji sedî 90 tijî bûne
Berê ji bo Stenbolê digotin "ax û kevirên vî bajarî zêr in" lê niha ev gotin ji bo cihê goran rast derdikeve.
Li gorî amarên şaredariyê, kapasîteya goristanên Stenbolê ji sedî 90 tijî bûye.
Niha li derveyî bajêr goristanên mezin tên çêkirin lê li yên heyî jî gor gelekî biha ne. Êdî mirin jî wekî jiyanê li vî bajarî bûye pirsgirêkeke mezin.
Mehmet Altun li ser vê mijarê anî ziman:
“Li Tirkiyeyê goristana ku xelk herî zêde dixwaze Zîncîrlîkuyu ye lê ew der tijî bûye.
Yên ku gorên wan ên kevn hebin ducare bi kar tînin. Cih nîne.”
Li bajêr eger cih peyda bibe, bihayê herî kêm ji bo gorekê 15 hezar lîre ye û heta 335 hezar lîreyî diçe.
Tevî vê yekê jî li nêzîkî 20 goristanan bi temamî cih nemaye.
Cemîl Denmar diyar kir:
“30 hezar lîre çi ye, ji wê zêdetir e. Cihên goran gelekî biha ne.
Xelk ji şaredariyê dixwaze, eger cih hebe şaredarî dide wan, eger tunebe li çareyeke din digerin.”
Li Stenbolê bi giştî derdora 30 goristanan hene lê li goristanên nava bajêr cih bi temamî nemaye.
Li hinek goristanan gor 2-3 qatî tên çêkirin.
Şaredariya Stenbolê ji ber nebûna cih, ji xelkê dixwaze ku termên xwe bibin bajarên xwe.
Eger bibin, şaredarî heqê veguhastin û veşartinê ji wan nastîne.



