Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew pêleke nû ya êrişan dibine ser Îranê.
CENTCOMê bi awayekî fermî pêngaveke leşkerî ya krîtîk ragihand ku dê hevsengiyên li herêmê biguherîne.
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Amerîkayê pêleke nû ya êrişan a “berfireh” daye destpêkirin ku hedefa wê Îran e.
7 şev in didomin
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin ku êrişê demjimêr 15:00an (bi dema peravên rojhilatê Amerîkayê) dest pê kiriye û operasyonên li ser Îranê 7 şev in li pey hev didomin û hat gotin:
"Îro demjimêr 15:00an dest bi pêleke nû ya êrişan a li ser Îranê hat kirin.
Armanca van êrişan ew e ku li gorî fermana Fermandarê Giştî, şiyana leşkerî ya Îranê were lawazkirin."


.webp&w=3840&q=75)
