Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê (IRGC), bi daxuyaniyeke tund gef li Amerîkayê xwar û ragihand ku ew hemû tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin.
Di daxuyaniyê de, gefa operasyoneke leşkerî ya li dijî Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hat xwarin.
"Em hemû tevgeran dişopînin"
Hêzên Deryayî yên Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir:
"Hemû tevger û amûrên leşkerî yên artêşa terorîst a Amerîkayê di bin çavdêriya tam a yekîneyên deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê de ne."
Di daxuyaniyê de, CENTCOM rasterast hat hedefgirtin û hat gotin:
"Amerîkayî, her kêlî hîn zêdetir nêzîkî saeta sifirê ya operasyona li ser yekîneyên deryayî yên CENTCOMê yên li herêmê dibin."
"Li bendê bin"
Aliyê Îranê, daxuyaniya xwe ya kurt lê balkêş bi gotina "Li bendê bin..." bi dawî kir.
Divê were gotin ku di rojên dawî de aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de gurtir bûne.
Piştî êrişên Amerîkayê yên li ser deverên qeraxê yên Îranê, bi taybetî jî li Hurmizganê, şer û pevçûnên di navbera her du welatan de zêdetir bûne.
Di êrişên şeva borî de yên li ser parêzgehên qeraxê yên Îranê de, binesaziya veguhastinê û hinek tesîsên stratejîk jî bûne hedef.

.webp&w=3840&q=75)

