Hewlêr (Rûdaw) - Dîroka hevdîtina nû ya Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya li gel Abdullah Ocalan hat eşkerekirin.
Tê pêşbînîkirin ku şande 23ê Tîrmehê bi Girava Îmraliyê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Heyeta Îmraliyê dê 23yê Tîrmehê li Girava Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan bicive.
Ev hevdîtin wekî qonaxeke girîng a pêvajoya çareseriyê tê nirxandin.
Heyeta DEM Partiyê herî dawî 24ê Gulanê çûbû Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.
Ev hevdîtina nû di demekê de ye ku niha pêvajoya çareseriyê li ber derxistina qonaxa yasayeke taybet e ku dê çarenivîsa pêvajoyê û gerîlayên ku çekan deynin diyar bike.
Civînên li Enqereyê
Heyeta Îmraliyê 15 û 16ê mehê li gel Serokê MHPyê û şandeyeke AK Partiyê ku ji Alîkarê Serokê AK Partiyê û Serokê Koma AK Partiyê pêk dihat civiya.
Şandeyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û got:
”Me li gel aliyan li ser qonaxa niha ya pêvajoyê, bicihanîna herî zû ya çarçoveya yasayî û ji bo ku ev yasa bersiva pêdiviyan bide nêrînên xwe pevguherandin.
Şêwirên me yên di vî warî de dê bidomin.”
Heyetê amaje bi serdaneke Îmraliyê jî dabû û gotibû:
“Piştî van pêwendiyan, armanca me ew e ku em di demeke herî nêzîk de li Îmraliyê li gel birêz Abdullah Ocalan hevdîtinekê pêk bînin.
Em dê ji bo vê serdanê hewldanên xwe bidomînin."


