Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Kuweytê ragihand ku pergalên wan ên parastina asmanî bersiva rêze êrişên mûşekî û dronî yên Îranê didin.
Di heman demê de li Behreynê jî sîrenên hişyariyê lê dan.
Îran dibêje wan baregeheke Amerîkayê kiriye armanc.
Artêşa Kuweytê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Parastina asmanî ya Kuweytê niha bersiva êrişên mûşekî û dronî yên dijminane dide ku ji ber destdirêjiyên Îranê derketine holê."
Ev êriş tenê rojek piştî êrişeke bi vî rengî ya li ser wî welatî pêk tên.
Li Behreynê bangî welatiyan hat kirin
Li aliyê din, Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê ragihand ku li welêt sîrenên hişyariyê lê dane.
Wezaretê ji bo parastina jiyana wan bangî welatiyan kir ku bi lez herin stargeh û cihên aram.
Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku artêşa welatê wan li Behreynê baregeheke asmanî kiriye armanc ku balafir û helîkopterên Amerîkayê lê bûne.
Tehran îdia dike ku ev êriş "wekî bersivekê ne ji bo kiryarên dijminane yên dijmin ên li binesaziya bajaran û xelkê bêguneh ê Îranê."
Ev pêşhatên leşkerî piştî wê yekê tên ku Amerîkayê dorpêçeke tund a deryayî daniye ser benderên Îranê û 5 şevan li pey hev êrişî baregehên leşkerî kiriye.
Vê rewşê wiha kiriye ku Tehran êrişên xwe yên li welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê zêdetir bike.


