Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ragihand ku ew ji bo nirxandina mijarên pêvajoyê, bi heyeta AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyane.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hevdîtina xwe ya bi heyeta AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya Heyeta Îmaraliyê de hat diyarkirin ku ew 15ê Tîrmehê bi heyeta AK Partiyê re û 16ê Tîrmehê jî bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyane.
Derbarê naveroka hevdîtinan de ev agahî hatin dayîn:
“Wekî Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, me 15ê Tîrmehê bi heyeta AK Partiyê re û 16ê Tîrmehê jî bi Birêz Devlet Bahçelî re hevdîtin kirin.
Armanca hevdîtinan nirxandina mijarên di rojeva Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bû.
Di hevdîtinan de qonaxa niha ya pêvajoyê hat nirxandin.
Me her wih li ser lezkirina yasaya çarçoveyê û bersivdayîna wê ya ji bo pêdiviyan nêrînên xwe anîn zimên.
Dê şêwirên me yên di vî warî de berdewam bikin.
Piştî van hevdîtinan, em armanc dikin ku di dema herî nêzîk de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re bicivin.
Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”


