Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku wan 4 mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn berdan li hewayê bê bandor kirine.
Hêzên Çekdar ên Urdinê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, 4 mûşekên ku ji axa Îranê hatibûn avêtin ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatine astengkirin.
Ti kes nemiriye
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber vê bûyerê ti kes nemiriye û birîndar jî nînin.
Her wiha hat ragihandin ku ti zerera madî jî çênebûye.
Tîmên teknîk li qadê ne
Artêşa Urdinê eşkere kir ku tîmên teknîk ên artêşê midaxeleyî perçeyên mûşekan kiriye ku li çend xalên cuda ketine.
Di daxuyaniyê de gotin ku “ji bo parastina can û malê welatiyan” hemû tevdîrên pêwîst hatine standin.



