Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Dohayê û ji aliyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî ve hat pêşwazîkirin.
Armanca serdanê ew e şîna mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed Bîn Xelîfe El Sanî bibe.
Dîwana Mîrê Qeterê li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî li Qesra Luseylê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya bavê wan Şêx Hemed, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Şêx Temîm Bîn Hemed û malbata desthilatdar a Qeterê kir."
Dema ku pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin, ji bilî Mîrê Qeterê çend rayedarên din jî amade bûn.
Alîkarê Mîr Şêx Ebdulah Bîn Hemed El Sanî, Nûnerê Taybet ê Mîrê Qeterê Şêx Casim Bîn Hemed El Sanî û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bîn Ebdulrehman El Sanî tevlî hevdîtinê bûn.
Her wiha hejmarek şêx û kurên mîrê koçkirî jî li wê derê amade bûn.
Mîmarê Qetera modern
Hikûmeta Qeterê roja yekşemê 12ê Tîrmeha 2026an ragihand ku mîrê berê yê welêt Şêx Hemed Bîn Xelîfe El Sanî di 74 saliya xwe de koça dawî kiriye.
Şêx Hemed ji sala 1995an heta bi sala 2013an serkirdayetiya Qeterê kiribû.
Şêx Hemed wekî yek ji mîmarên sereke yên avakirina Qetera nû û modern tê dîtin.
Di serdema desthilata wî de, wî welatî di warê aboriyê de bipêşketineke gelekî bilez bi dest xist.


.jpg&w=3840&q=75)
