Enqere (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê polîsan li dijî Şaredariya Çankayayê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Aborî ketin avahiya şaredariyê û li gelek beş û ofîsan dest bi lêgerînê kir.
Heta niha Serokê Şaredariyê jî di nav de 27 kes hatine desteserkirin.
Serdozgeriya Enqereyê derbarê operasyonê de diyar kir ku lêpirsîn li dijî gendeliyê û di çarçoveya qanûnê de birêve diçe.
CHPyê jî îdia kir ku ev operasyon destwerdaneke siyasî ye li dijî birêvebiriya şaredariyê ya ku bi hilbijartinê hatiye destnîşankirin.
Ji bo 36 kesan biryara girtinê hat dayîn
Li Enqereyê tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Aborî ketin avahiya Şaredariya Navçeya Çankayayê.
Ev navçe navçeya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ye û hejmara şêniyên wê digihîje milyonekî.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Serokê Şaredariyê Husên Can Guner jî di nav de, ji bo 36 kesan bi tawanên "avakirin û endamtiya rêxistina sûcê", "wergirtin û dayîna bertîlê" û "sextekariya îhaleyan" biryara girtinê da.
Parlamenterê CHPyê Cemal Engînyurt li ser mijarê bertek nîşan da û got, "Êdî baweriya xelkê me bi van operasyonan nîne.
Xelk li dijî binpêkirina îradeya xwe derdikeve kolanan û ev yek jî dibe sedem ku xewa Serokkomar bireve.
Ew dixwaze kelecan û berxwedana vî gelî bişikîne. Loma jî girtin û desteserkirinên bêqanûnî û bêhiqûqî dikin."
Alîgirên CHPyê li pêşiya şaredariyê civiyan
Piştî operasyonê li ber Şaredariya Çankayayê jî liv û tevger zêde bû.
Li ser banga Rêxistina CHPyê ya Parêzgeha Enqereyê, gelek endam û alîgirên CHPyê li ber şaredariyê civiyan.
Karmend û piştgirên şaredariyê bi sloganan li dijî operasyonê derketin.
Endama Konseya Bajêr Hale Gundogdu ku bi ser şaredariyê ve ye got:
"Hûn dizanin ku Çankaya yek ji şaredariyên herî mezin ên Tirkiyeyê ye.
Girtina Serokê Şaredariya Çankayayê karekî nerewa ye. Em li dû heq, hiqûq û edaletê digerin."
Endamê Konseya Bajêr a Enqereyê Cemîl Arikan jî destnîşan kir ku ev operasyon siyasî ye û got:
"Her kes dizane ku operasyon siyasî ye. Eger dixwazin diz û tawanbaran peyda bikin, bila destpêkê Melîh Gokçek bigirin û darizînin. Yê ku Enqere wêran kiriye Melîh Gokçek e."
Alîgirê CHPyê Sedat Terzîoglu jî li ser operasyonê wiha axivî:
"Armanca wan ew e ku aloziyên mezintir têxin nava CHPyê. Ji bo vê jî kesên wekî (Kemal) Kiliçdaroglu bi kar tînin.
Ev şermeke mezin e. Niha jî êrişî şaredariyan dikin. Bila destpêkê Melîh Gokçek bê darizandin.
Heta ku ew neyê darizandin nikarin vê mijarê safî bikin."
Krîza di navbera hikûmet û mixalefetê de kûr dibe
Operasyona li dijî Şaredariya Çankayayê bûye yek ji mijarên herî girîng ên siyaseta Tirkiyeyê.
Di navbera hikûmet û mixalefetê de daxuyaniyên li dijî hev didomin û hemû çav li ser encama lêpirsînê ne.
Serdozgeriya Enqereyê jî tekez dike ku lêpirsîn di çarçoveya qanûnê de bi rê ve diçe.


