Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê ragihand ku ji ber êrişên nû yên Îranê sîrenan lê daye û bangî xelkê kiriye ku herin cihên ewle.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û eşkere kir ku sîrenan ducare dest pê kiriye.
Wezaretê ji welatî û biyaniyan xwest ku aram bin û herin cihên herî nêz ên ewle.
Di daxuyaniyê de her wiha bang hat kirin ku agahiyên li ser geşedanan tenê ji çavkaniyên fermî werin şopandin.
Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê di saetên sibehê de jî ragihandibû ku ji ber êrişên asmanî li seranserê welêt pergalên alarmê ketine dewrê.
Amerîkayê îro ragihand ku wan pêngaveke nû ya êrişên li ser Îranê temam kiriye.
Artêşa Îranê jî ragihand ku wan gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine.
.jpg&w=3840&q=75)
