Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku dema hilbijartinên Îsraîlê nêzîk dibin, pêwîstiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu bi "dijminekî derve" heye û got, "Ti sedem nîne ku em li gel Îsraîlê bi eşkereyî bikevin nav pevçûnekê."
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, piştî Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê ji bo rojnameya The National Newsê ya Îmaratê axivî.
Di nûçeyê de hat ragihandin Fîdan bawer dike ku agirbesta Amerîka û Îranê dikare were parastin.
Fîdan çalakiyên dawî yên Îranê wekî "bersivdan" pênase kirin û anî ziman ku ew difikire ku ev bûyer ji ber kêmasiya pêwendiyan çêbûne.
"Ez difikirim ku şaştêgihiştinek heye"
Fîdan li ser Tengava Hurmizê got, "Ez difikirim ku li ser çawaniya derbasbûna ji tengavê di navbera her du aliyan de kêmasiyeke peywendiyan û şaştêgihiştinek heye."
Hat ragihandin ku Fîdan çareseriyê di kêmkirina aloziyê de dibîne û wî gotiye:
"Her du alî jî bi rastî dixwazin agirbestê biparêzin û bi peymana aştiyê bi pêş ve biçin lê dîsa jî her tim îhtimala qezayekê heye.
Ji ber kêmasiyên pêwendiyan, provokasyon û bersivdanan divê em gelekî baldar bin."
"Ji bo Îsraîlê barek e, ji bo herêmê barek e"
Hakan Fîdan anî ziman ku dema hilbijartinên Îsraîlê nêzîk dibin, pêwîstiya Benjamin Netanyahu û alîgirên wî bi "dijminekî derve" heye.
Fîdan hişyarî da ku siyaseta Îsraîlê ji bo hemû herêmê “metirsiyekê” çêdike û got:
"Siyasetên hikûmeta Netanyahu ne tenê ji bo me pirsgirêk in. Siyasetên wî û hikûmeta wî ji bo Îsraîlê barek e, ji bo herêmê barek e û ji bo ewlehiya navneteweyî jî bar û gefek e."
Fîdan bersiv da pirsa “Gelo axaftinên vê dawiyê dê bibin sedema pevçûneke eşkere yê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de?” û got:
"Ti sedem nîne ku em bi eşkereyî bikevin nav pevçûnekê."
"Îsraîl hewl dide hikûmeta nû ya Şamê nearam bike"
Fîdan derbarê helwesta Îsraîlê ya ji bo Sûriyeyê jî got, "Em ne piştrast in ku Îsraîl dixwaze Sûriyeyeke aram, baş, bihêz û bipêşketî bibîne yan na."
Wî li ser pirsa “Gelo Îsraîl hewl dide hikûmeta nû ya Şamê nearam bike?” got:
"Dema hûn li tevgerên berê û yên niha yên hikûmeta Îsraîlê yên li hemberî welatên herêmê dinihêrin, belê."

.jpg&w=3840&q=75)

