Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen ragihand ku di çarçoveya nîqaşên li ser F-35an de, wan li cem Amerîkayê dest bi hinek gavan kiriye da ku Tirkiye negihîje çekên bipêşketî.
Eli Cohen beşdarî bernameyeke kanala televizyonê ya 14an a Îsraîlê bû.
Cohen diyar kir ku sînyalên li ser wergirtina F-35an a ji aliyê Tirkiyeyê ve, ew neçar kirine ku tevbigerin.
Cohen da zanîn ku wan ji bo astengkirina Tirkiyeyê li Amerîkayê dest bi hewldanan kiriye û got:
"Divê em ji hevpeymanê xwe yê herî mezin Amerîkayê bixwazin ku yasaya 'Serdestiya Leşkerî ya Çawanî' (QME) biparêze. Ev yasa serdestiya teknolojîk û leşkerî ya Îsraîlê garantî dike."
“Divê em li Sûriyeyê baregehan ava bikin”
Wezîrê Îsraîlî destnîşan ku divê ew rê li ber bicihbûna timî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê jî bigirin û wiha axivî:
"Heke Tirkiye bixwaze li Sûriyeyê baregehên leşkerî ava bike, divê em jî wekî bersiv baregehan ava bikin."
Dilgiraniya li Tel Evîvê
Îhtimala ku Tirkiye F-35an bistîne û vegere nav wê bernameyê, li Îsraîlê bûbû sedema dilgiraniyê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvînên xwe yên li gel dezgehên medyayê yên girîng ên Amerîkayê de eşkere kiribû ku ew bi awayekî rasterast li dijî gihîştina Tirkiyeyê ya F-35an in.
Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich jî dabû zanîn ku birêvebiriya Tel Evîvê ji bo astengkirina vê yekê bi eşkereyî û li pişt perdeyê jî dixebite.
Her wiha wî diyar kiribû ku ew li ser vê yekê bi birêvebiriya Washingtonê re di nav pêwendiyan de ne.
.jpg&w=3840&q=75)


