Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê nêzîkî desthilata AK Partiyê Abdulkadîr Selvî ragihand ku Tirkiyeyê pergala parastinê ya S-400an a ku ji Rûsyayê kirîbû, firotiye welatekî Kendavê.
Abdulkadîr Selvî diyar kir, dibe ku ew welat Îmarata Erebî yan jî Qeter be.
Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya îro de qala mijara S-400an û rakirina cezayên CAATSAyê kir ku Amerîkayê bi ser Tirkiyeyê de sepandibûn.
Selvî di nivîsa xwe de da zanîn:
“Li gorî agahiyên ku min bi dest xistine, S-400 firotine welatekî sêyem.
Biryara firotinê îro tê eşkerekirin. S-400 diçin welatekî Kendavê.
Doh li ser pirsgirêkên dawî xebat dihatin kirin.
Danê şevê pirsgirêkên dawî jî hatin çareserkirin.
Hinek dibêjin Îmarat, hinek jî dibêjin Qeter. Ya herî baş ew e ku em li benda daxuyaniya fermî bin.”
Rakirina cezayên CAATSAyê
Selvî destnîşan kir ku dê piştî firotina pergala parastinê ya S-400an cezayên CAATSAyê yên li ser Tirkiyeyê werin rakirin.
Li gorî Selvî, dê Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyekê ji Kongreya Amerîkayê re bişîne û li ser navê Tirkiyeyê 3 sozan bide.
Trump dê sozê bide ku S-400 nayên çalakkirin, Tirkiye nabe xwediyê S-400an û careke din bi Rûsyayê re pêwendiyên bi vî rengî bi pêş naxe.
Heger Kongre li dijî Trump derkeve û bibêje ne qanûnî ye, wê demê dê li ser mijarê dengdan were kirin.
Cezayên CAATSAyê
Amerîkayê ji ber kirîna S-400an cezayên CAATSAyê bi ser Tirkiyeyê de sepandibûn û sala 2019an Tirkiye ji projeya balafirên F-35an hatibû derxistin.
Her wiha Amerîkayê ceza bi ser pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê de sepandibû û di serî de motorên balafiran, firotina berhemên pîşesaziya parastinê lê qedexe kiribû.
Tirkiyeyê ji Rûsyayê 2 pergalên parastina asmanî yên S-400an û 128 mûşek kirîbûn.



