Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu ragihand ku tevî destkeftiyên leşkerî yên mezin, hîn şer bi dawî nebûye û Îsraîl rûbirûyî astengiyên nû û derketina eniyên berxwedanê yên nû dibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di merasîma derçûna balafirvanên nû yên artêşa Îsraîlê de axivî û Netanyahu ragihand ku her çend hêza asmanî ya Îsraîlê roleke diyar di têkbirina Hemas û Hizbulahê de dibîne û derbên kêmpeyda li navxwe Îranê dane jî "şer hîn bi dawî nebûye."
Netanyahu di gotara xwe de berê xwe da balafirvanan û got:
"Li gel astengiyên kevn, astengiyên nû derdikevin; enî dirûxin û eniyên nû jî çêdibin."
Netanyahu tekez kir ku Îsraîl ji bo hemû senaryoyan amade ye û divê her tim ji dijminên xwe bihêztir be.
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser destkeftiyên wan ên leşkerî û anî ziman ku hêza asmanî roleke diyar hebûye di çûyîna nav Refehê, kontrolkirina Mîhwera Fîladelfiyayê û kuştina serkirdeyên pilebilind ên Hemas û Hizbulahê de ku Hesen Nesrullah jî di nav wan de ye.
Netanyahu destnîşan kir ku piraniya wan 150 hezar mûşekên Hizbulahê yên ku beriya destpêkirina şer hebûn, hatine têkbirin.
"Destê me digihêje her cihî"
Netanyahu bi taybetî behsa êrişên li Tehranê kir û da zanîn:
"Eniya Îranê ji her demê lawaztir e lê Îsraîl ji her demê bihêztir e.
Me bi hev re ne tenê rûyê Rojhilata Navîn guherand di heman demê de beriya her tiştî me xwe guherand; em dahêner bûn û me êriş kir."
Netanyahu tekez kir ku artêşa Îsraîlê îsbat kiriye ku "destê dirêj ê hêza me ya asmanî digihêje her cihî, ji Yemenê heta Îranê."
Şerê Amerîka û Îranê
Ev gotara Netanyahu di demekê de ye ku piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de bidawîhatina agirbesta bi Îranê re ragihand, CENTCOMê 90 armanc li nav Îranê bombebaran kirin.
Di 2 rojên borî de êrişên li Îranê zêde bûne û li hemberî vê yekê jî Îranê baregehên leşkerî yên welatên Kendavê kirine armanc.



