Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku ew amade ne ku "dema pêwîst bike bi tena serê xwe" êrişî Îranê bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz di merasîma derçûnê ya xwendekarên hêzên asmanî yên artêşa Îsraîlê de axivî.
Israel Katz li ser êrişên li dijî Îranê û operasyona ku li başûrê Libnanê didome nirxandin kirin.
Katz da zanîn ku artêşa Îsraîlê amade ye bi tena serê xwe êrişî Îranê bike.
Katz careke din ducare kir ku ew dê li başûrê Libnanê bimînin û got:
"Me ji bo ketina Libnanê ji kesî destûr nexwestiye, ji bo mayîna li wir jî pêwîstiya me bi destûra kesî nîne."
Katz diyar kir ku heta "Hizbulah bêçek bibe" ew dê li başûrê Libnanê bimînin û dema pêwîst bike ew dê êrişên xwe bidomînin.
Sererkanê Îsraîlê: Em li ser planên nû dixebitin
Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku artêş pêşhatên li Îran û Libnanê ji nêzîk ve dişopîne û da zanîn ku wan amadehiyên xwe temam kirine ku di cih de êrişî Îranê bikin.
Sererkan Zamir destnîşan kir ku êrişên li Îranê hîn bi dawî nebûne û anî ziman:
"Planên nû hene ku em li ser dixebitin.
Em pêşbînî dikin ku hîn operasyonên mezin li pêşiya me ne. Amade bin."
Medyaya Îsraîlê ragihand ku piştî êrişên asmanî yên berfireh ên Amerîkayê yên şeva Çarşemê yên li Îranê, Îsraîlê amadehiyên xwe yên li hemberî bersivdayînên gengaz ên ji Îran yan jî Libnanê zêde kirine.
Piştî gefa êrişê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Îranê, artêşa Amerîkayê şeva borî deverên li nêzîkî Tengava Hurmizê kiribûn armanc.



