Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz bersiv da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû ew bawer dike Îsraîl dê ji başûrê Libnanê derkeve.
Katz got, "Ji bo ku em bikevin Libnanê me destûr ji kesî nexwest. Ji bo ku em li wir bimînin jî hewcedariya me bi destûra kesî nîne."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Katz bi rêya daxuyaniyeke nivîskî bersiv daye nirxandinên Trump ên ku di çarçoveya Civîna Bilind a NATOyê ya li Enqereyê de kiribûn.
‘Heta ku Hizbulah bê çek bibe em li wir in’
Katz eşkere kir ku dê artêşa Îsraîlê hebûna xwe ya li başûrê Libnanê biparêze û got:
"Heta ku Hizbulah li seranserê Libnanê bê çek bibe û gefa li ser welatiyên me yên li bakur bi temamî ji holê rabe, em dê li herêma ewlehiyê bimînin.
Her wiha heta ku hewce bike, em dê operasyonên xwe yên ji vê derê didomînin."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku hebûna wan a leşkerî ya li başûrê Libnanê ji bo dabînkirina ewlehiya welatiyên Îsraîlê ye.
Daxuyaniyên Trump ên li ser vekişînê
Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de ragihandibû ku wî li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu qala mijara vekişîna ji Libnanê kiriye.
Trump gotibû ew bawer dike Îsraîl dê leşkerên xwe yên li başûrê Libnanê bi paş ve bikişîne ku niha artêşa Îsraîlê tê de ye.
Peymana çarçoveyê û dan û standinên dualî
Li hêla din, di navbera Îsraîl û Libnan de her wiha li herêmê, bi navbeynkariya Amerîkayê hevdîtin didomin.
Li ser sînorê Libnanê jî bi navbeynkariya Amerîkayê pêwendî didomin.
Balyozên her du welatan ên li Washingtonê di meha Nîsanê de dest bi dan û standinên rasterast kiribûn û 26ê Hezîranê di navbera aliyan de "peymana çarçoveyê" hatibû îmzekirin.
Li Libnanê pêvajoyaya dan û standinên rasterast a li gel Îsraîlê di siyaseta navxweyî de hîn jî tê nîqaşkirin.
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîr Nevvaf Selam van hevdîtinan ji bo çareseriyeke mayînde wekî gaveke pêdivî dinirxînin lê Hizbulah û hevalbendên wê li dijî vê proseyê derdikevin.


.webp&w=3840&q=75)
