Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên êrişên asmanî yên rojên 7 û 8ê Tîrmehê yên li ser Îranê belav kirin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di êrişên 8ê Tîrmehê de nêzîkî 90 armancên leşkerî yên Îranê bûne hedef.
Di van êrişan de pergalên parastina asmanî, yekîneyên çavdêriya qeraxan, depoyên mûşek û dronan hatine hedefgirtin.
Her wiha yekîneyên hêzên deryayî û binesaziya lojîstîk a leşkerî ya li ser xeta qeraxên Îranê di nav armancên Amerîkayê de bûn.
Hat diyarkirin ku ev operasyon berdewamiya êrişên şeva borî bûn.
Pêla yekem a êrişan
CENTCOMê ragihand ku di pêla yekem a êrişên 7ê Tîrmehê de nêzîkî 80 armancên leşkerî yên Îranê bûne hedef.
Hat gotin ku di nav wan armancan de zêdetirî 60 kelekên bilez ên Supaya Pasdaran a Îranê jî hebûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev operasyon piştî ku Îranê agirbest bin pê kiriye û êrişî sê keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê kiriye hatine kirin.
"Bacêke giran"
Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê bi van êrişan xwestiye ku Tehran "bacêke giran bide."
CENTCOMê destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê li herêmê di asta herî bilind a amadehiyê de ne.
Her wiha hat ragihandina ku li gorî fermana Serokê Amerîkayê, ew ji bo operasyonên nû amade ne û eger pêwîst bike dê êrişên nû pêk bînin.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)