Hewlêr (Rûdaw) - Beriya Lûtkeya NATOyê ya ku wê sêşemê li Enqerê dest pê bike, Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) hişyarî da xebatkarên medyayê û peyama “em weşanên we dişopînin” belav kir.
RTUKê her wiha saziyê daxwaz kir ku nûçe li gorî “perspektîva ewlehiya neteweyî” bên çêkirin.
Beriya lûtkeyê ku daxwaza akredîtasyonê ya gelek rojnamegeran hatiye redkirin, bi sedan kes hatine desteserkirin û li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hema bêje her cure çalakî hatine sînordarkirin; RTUKê jî ev hişyariya xwe ya balkêş belav kir.
RTUK derbarê lûtkeya ku wê di 7 û 8ê Tîrmehê de were lidarxistin de, wiha dibêje:
"Ev pêvajoyeke girîng e da ku dewleta me serbilindiya xwe û miletê me yê resen mazûvaniya xwe di qada navnaetewyî de nîşan bide."
Di daxuyaniya ku li ser hesabên medyaya civakî ya saziyê hatiye parvekirin de, hat gotin:
“Gelekî girîng e ku saziyên me yên weşanê, di bernameyên nûçe û nîqaşan de berjewendiya giştî û perspektîva me ya ewlehiya neteweyî li ber çavan bigirin.”
RTUKê her wiha rojnameger bi van gotinan hişyar kirin:
"Em bi taybetî tînin bîra we ku hemû weşanên we ji aliyê Pisporên me yên Şopandin û Nirxandinê ve, li gorî girîngiya lûtkeyê bi hûrgiliyeke mezin tên şopandin."
Daxwaza akredîtasyonê ya gelek rojnameger û saziyên medyayê yên ku dixwestin lûtkeyê li cihê bûyerê bişopînin, ji aliyê NATOyê ve hatibû redkirin.
Berdevka NATOyê Allison Hartê li ser bertekên ku derketin holê, daxuyaniyek da û diyar kir ku di biryarên akredîtasyonê de "nirxandinên welatê mazûvan diyarker in."
Allison Hartê 25ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam parve kiribû:
"Di lûtke û civînên li derveyî baregeha NATOyê de, em xwe dispêrin wan nirxandinan ku welatê mazûvan derbarê rojnamegeran dike."


