Hewlêr (Rûdaw) - Wekilê Serokê Koma DEM Partiyê yê Parlamentoyê Sezai Temelli diyar kir ku li ser yasaya pêvajoyê dan û standin didomin.
Temelli got, "Wisa xuya dike ku lihevkirinek çêbûye beriya tîrmeh bi dawî bibe ku Parlamento navberê bide ku ev yasa were pêşkêşkirin."
Temelli bal kişand ser wê yekê ku eger pêwîst bike parlamento dikare dema navberdayînê bi paşve bixe û got:
"Ya girîng ew e ku ew yasayên ku civak li bendê ye bi rêya xebatên parlamentoyê bikevin meriyetê. Qeydeke wisa tune ku bêguman divê parlamento were girtin."
Li gorî zanyariyên ku ajansa ANKAyê belav kirine, Sezai Temelli di konferanseke rojnamegeriyê de ya li Parlamentoyê rojev nirxand.
Dan û standin li ser yasaya pêvajoyê didomin
Temelli pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku li ser yasaya pêvajoyê dan û standin didomin û wiha anî zimên:
"Şêwirînên me yên li ser vê mijarê berdewam kirin û dê bidomin. Dan û standinên me jî didomin.
Wisa xuya dike ku lihevkirinek çêbûye ku ev yasa berî ku parlamento navberê bide, ango heta dawiya meha Tîrmehê were pêşkêşkirin.
Doh me di Lijneya Birêvebir a Navendî de jî li ser vê mijarê nîqaş kir. Sibe Berdevka Partiya me Birêz Ayşegûl Dogan dê ji bo raya giştî û medyayê daxuyaniyeke berfireh bide.
Piştî hevdîtinên îro ez van agahiyan bi we re parve dikim."
Temelli destnîşan kir ku divê yasa di Parlamentoyê re derbas bibe û wiha pê de çû:
"Her tiştê ku tê Parlamentoyê di Parlamentoyê re derbas nabe, lê derbasbûna vê yasayê zerûretek e.
Li gorî tiştê ku min heta niha ditiye, nêzîkî bîr û ramanên partiyên din jî li ser vê mijarê erênî ne, ji bilî ÎYÎ Partiyê.
Loma ev yasa ji bo paşeroja me hemûyan, ji bo aştiya Tirkiyeyê û ji bo ku Tirkiye bigihîje demokrasî û dewleta hiqûqê gaveke gelekî girîng e.
Ji ber vê yekê divê em bi vê berpirsyariyê nêzîk bibin. Ez hêvî dikim ku ev fikarên me pêk neyên.
Berevajî vê yekê hêvî serdest bibe û ev yasa di Parlamentoyê re derbas bibe."
"Divabû ev yasa berê bihata"
Temelli diyar kir ku eger pêwîst bike parlamento dikare dema navberdayînê bi paşve bixe û got:
"Berî her tiştî ev yasa dereng ma. Divabû pir berê bihata û derbas bibûya.
Parlamento naçe betlaneyê, navberê dide. Dikare vê navberê nede.
Çawa ku kevneşopiyek heye ku 1ê Tîrmehê navber were dayîn lê me ti carî ev yek nekir.
Me herî zû 15ê Tîrmehê navber da. Îsal dibe 20ê Tîrmehê be, dibe 27ê Tîrmehê be yan jî di meha Tebaxê de be.
Ya girîng ew e ku ew yasayên ku civak li bendê ye bi rêya xebatên parlamentoyê bikevin meriyetê.
Qeydeke wisa tune ku bêguman divê parlamento were girtin."



