Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî birêvebiriya Trump ragihand ku Steve Witkoff û Jared Kushner ji bo gotûbêjkirina peymana di navbera Washington û Tehranê de li Dohaya paytexta Qeterê ne.
Berpirsê Amerîkayî ji Rûdawê re eşkere kir ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner dê bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî û şandeyên din ên navbeynkar re werin ba hev.
Çavkaniyê Rûdawê destnîşan kir ku roja Çarşemê şandeyên Amerîka û Îranê bêyî ku li ser maseyekê rûnin, bi awayekî cuda û "nerasterast" beşdarî dan û standinên di asta teknîkî de dibin.
Ev dan û standin dê bi rêya navbeynkarên Qeterî û Pakistanî werin birêvebirin.
Peyamên nakok ên li ser şêwazê civînan
Donald Trump doh li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê ragihandibû ku "Dan û standin sibe li Dohayê dest pê dikin" lê belê ji Tehran û Dohayê peyamên cuda tên.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kir ku ew dê şandeyeke teknîkî bişînin Qeterê lê belê tekez kir ku "di ti astan de pêwendiyeke rasterast yan jî dan û standin bi aliyê Amerîkayê re nayên kirin."
Çavkaniyên Qeterî jî balê dikişînin ser wê yekê ku berpirsên Amerîkayî Kushner û Witkoff ne ji bo rûniştineke rasterast a bi şandeya Îranê re, tenê ji bo hevdîtina bi navbeynkaran re li Dohayê ne.
Peymana di navbera Îran û Amerîkayê de ku ji 14 xalan pêk tê û armanca wê kêmkirina aloziyan e, 17ê Hezîranê hatibû îmzekirin.
.webp&w=3840&q=75)

