Hewlêr (Rûdaw) - Telefoneke leşkerî ya nihênî ya artêşa Îsraîlê li herêma tampon a li sînorê Sûriyeyê winda bûye û pişt re ji aliyê Sûriyeyiyan ve hatiye dîtin.
Piştî bûyerê artêşa Îsraîlê şîfre û kodên têketinê yên cîhazên bi vî rengî guhertin.
Li gorî nûçeya rojnameger Nîr Dvoriyê ji televizyona Kanal 12 a Îsraîlê, leşkerekî Îsraîlê dema li herêma tampon a li sînorê Sûriyeyê li ser kar bûye, telefona leşkerî ya ku di operasyonan de dihat bikaranîn winda kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ew telefon pişt re ji aliyê sivîlên li aliyê Sûriyeyê ve hatiye dîtin.
Şîfre bi lez hatin guhertin
Hat ragihandin ku piştî bûyerê artêşa Îsraîlê ji bo rêgirtina li ber metirsiyeke ewlehiyê şîfre û kodên têketinê yên cîhazên leşkerî yên bi vî rengî bi lez guhertine.
Li gorî nûçeyê, hîn nayê zanîn bê ka kesên ku ew telefon ketiye destê wan ketine nav cîhazê yan na.
Her wiha ne diyar e ku bûyerê ji bo Îsraîlê bûye sedema lawaziyeke ewlehiya îstixbaratî yan na.
Artêşa Îsraîlê li ser bûyerê di daxuyaniyeke kurt de got:
"Em ji bûyerê agahdar in.
Li ser mijarê lêpirsîn tê kirin û yekîneyên pêwendîdar xebatên pêwîst didomînin."
.webp&w=3840&q=75)


