Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku şandeyên Îran û Amerîkayê li Dohaya paytexta Qeterê werin ba hev.
Lê birêvebiriya Tehranê eşkere kir ku bi Amerîkayê re ti hevdîtin nehatine plankirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku dê civîn îro were kirin.
Piştî êrişên bi mûşekan ên dualî yên dawiya hefteyê, nezelaliya li ser agirbestê didome.
Hat ragihandin ku şandeyên Îran û Amerîkayê ber bi Dohayê ve bi rê ketine.
Lê ji ber daxuyaniyên nakok ên her du aliyan, ne diyar e ku hevdîtin were kirin an na.
Trump: Dibe ku civîna Dohayê girîng be
Îranê doh di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan bi Amerîkayê re ti civîn plan nekirine.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îranê daxwaza hevdîtinê kiriye.
Trump eşkere kir ku her du alî dê îro li Dohayê werin ba hev.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê jî ragihandibû ku nûnerên taybet ên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner dê biçin Qeterê.
Leavittê anîbû zimên ku ew dê serokatiya şandeya dan û standinan bikin.
Trump ji rojnamegeran re axivî û got, "Dibe ku civîna li Dohayê girîng be û dibe ku ne girîng be jî. Em dê bibînin."
“Bi Amerîkayê re ti hevdîtin nayên plankirin”
Tê gotin ku Îranê şandeyeke teknîkî şandiye Dohayê.
Lê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn ku ti pêwendiya vê ziyaretê bi şandeya Amerîkayê re nîne û got:
“Di rojên pêş de em dê bi aliyê Amerîkayî re di ti astan de civîna dan û standinê nekin."
Agirbest û bernameya nukleerê di rojevê de ne
Tê diyarkirin ku Amerîka û Îran li ser agirbesteke 60 rojî dixebitin.
Lê demên dawiyê di dan û standinên her du aliyan de ti bipêşketin çênebûne.
Washington û Tehran hevdu bi binpêkirina xalên peymanê tohmetbar dikin.



