Enqere (Rûdaw) - Li gundên Kurdên Anatolyaya Navîn dema dirûna ceh û genim dest pê kiriye.
Kurdên Anatolyaya Navîn serê sibehê zû berê xwe didin zeviyên ku genim û cehê wan zer bûye û hewl didin berhema îsal kom bikin.
Îsal li gorî sala borî berhema cotkaran du qatan zêde bûye.
Sala borî ji donimek zevî 200 kîlo berhem dihat rakirin, îsal ev rêje gihîştiye 400 kîloyan.
Hikûmeta Tirkiyeyê jî tona genimê cotkaran bi 16 hezar û 500 lîreyan dikire.
Lê cotkar diyar dikin ku bi taybetî ji ber aloziyên li herêmê, zengilê bihabûna sotemeniyê lê dide û zererê dide wan.
"Em nikarin ji bin derkevin"
Cotkar Osman Konukçu li ser rewşa berhemê îsal û zehmetiyên xwe wiha got:
“Îsal berhem pir baş e. Hûn jî dibînin îsal serê donimê em 400 kîloyan radikin.
Berê dema me 200 an 250 kîlo radikirin me digot gelekî baş e û mesrefên me derdiketin.
Îsal jî em qala 400 heta 450 kîloyî dikin lê dewletê bihayekî baş neda.
Tê bîra min berê me bi kîloyek genim du lître mazot dikirî, niha bi 5 kîlo cehê ku em didin bazirganan, em lîtreyeke mazotê nikarin bikirin. Tiştekî wiha nabe, em nikarin ji bin derkevin.”
Xercên dirûn û bihayê hikûmetê
Sala 2025an Kurdên Anatolyaya Navîn ji bo dirûna her donimeke erd 130 lîre (derdora 3 dolaran) didan, lê îsal xerca dûrînê gihîştiye derdora 230 heta 250 lîreyan (nêzîkî 5 dolaran).
Hikûmetê jî îsal tona genim bi 16 hezar û 500 lîreyan (355 dolar) diyar kiriye.
Cotkar Gursel Guneş jî li ser mexdûriyeta xwe wiha axivî:
“Li gorî salên borî berhem baş e lê biha tune ye. Cotkar mexdûr bûne.
Em neçar dibin ku berhema xwe bidin bazirgan û tefeciyan, ji ber ku em nikarin li gorî dilê xwe berhema xwe bifiroşin.”
"Bihayê derman û gubreyê du qatan zêde bûye"
Cotkar Zafer Polat jî diyar kir ku her çend bihayê genim hinekî zêde bûye jî lê xercên din pir zêdetir bûne û got:
“Tona genim îsal 16 hezar û 500 lîre ye. Sala borî 13 hezar û 500 lîre bû. Lê bihayê her tişt du qat zêde bûne.
Genim û ceh hema wekî xwe mane. Em nikarin xerca mazot, derman, gubre û xercê dirûnê bidin, ji bo me gelekî zehmet bûye.”
Kurdên Anatolyaya Navîn sala 2025an genimê xwe bi 13 hezar û 500 lîreyan (li gorî qîmeta wê demê bi 291 dolarî) firotibû hikûmetê.
Îsal li gorî sala borî bihayê genim serê her tonê 64 dolaran zêde bûye.
