Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş û astengdar Niyazî Budakê ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat berdan.
Niyazî Budak 30 sal bûn ku di girtîgehê de bû.
Li gorî nûçeya MAyê, Niyazî Budak herî dawî li Girtîgeha Tîpa Tyê Şakranê bû û ji wê girtîgehê hat berdan.
Ji bilî malbata wî, birêvebirên Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) jî ji bo pêşwazîkirina wî çûn ber deriyê girtîgehê.
Niyazî Budak kî ye?
Niyazî Budak sala 1996an li Stenbolê dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat desteserkirin.
Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê bi îdiaya "Xerakirina yekitî û hevgirtina welêt" cezayê heta hatayê da wî.
Dema ku hat desteserkirin platîn di çoka wî ya çepê de hebû û lingekî wî kurt mabû.
Tiliyên lingê wî hatibûn jêkirin jî lê dîsa jî ew bi salan nehat berdan.
Di salên girtîgehê de rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê hat.
Nexweşiyên wekî tansiyona bilind, şekir, rûnê kezebê û gurçikan pê re çêbûn.
Niyazî Budak destpêkê li Girtîgeha Metrîsê ma.
Piştre bi dorê ew birin girtîgehên Mugla, Manîsa, Bergama, Buca, Midyad û Kandirayê.
Herî dawî jî ew veguhastibûn Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê û li vê derê hat berdan.

