Stenbol (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo azadiya Rêberê PKKyê yê girtî Abdullah Ocalan, li Stenbolê "Mîtînga Azadiyê" li dar xist.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê ji bo azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îro li Qada Bagcilarê ya Stenbolê mîtîngek hat sazkirin.
Mîtînga girseyî bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê Ve” bi rê ve çû û bi hezaran Kurdên Stenbolê beşdar bûn.
Banga li desthilatê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mîtîngê de li ser pêvajoya aştî û çareseriyê axivîn. Wan ji qadê bangî desthilata Tirkiyeyê kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got:
“Ji bo ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de karibe rola xwe bilîze, divê şert û mercên wî jî azad bibin.
Piştî ku şertên axaftinê hatin çêkirin, jixwe nexşerêya pêvajoyê hêsan e êdî.”
Pankartên Kurdî
Mîtînga azadiyê di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de bi rê ve çû.
Li gel Alaya Rengîn, flamayên Amedsporê, wêneyên Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş, pankartên ji bo fermîbûn û perwerdeya zimanê Kurdî jî gelekî bal kişand.
Li ser yek ji wan pankartan wiha hatibû nivîsandin: “Ziman Aştî Azadî”
Daxwaza gel aştî û azadî ye
Welatiyên ku beşdarî mîtîngê bûbûn hest û daxwazên xwe anîn zimên.
Dayika Aştiyê Aygul Tulayê got, “Em ji bo aştiyê hatine mîtîngê.
Bes e êdî em bindest nebin. Em ji bo Apo azadiyê dixwazin. Her wiha ji bo Demîrtaş jî.”
Welatiya bi navê Nîşan jî wiha axivî, “Pêvajo ket du saliya xwe.
Lê belê Tirkiyeyê hîn ti gav neavêtiye. Ji bo azadiya Ocalan jî ti gav nehatiye avêtin.”
Welatiyê bi navê Remezan ku wî jî cihê xwe di nav girseyê de girtibû diyar kir, “Em ji bo aştî, azadî, hiqûq û edaletê li vir in.”
Her wiha welatiyê bi navê Mihemed jî got, “Daxwaza me ew e ku bila Apo berdin. Bila Selahattînê me berdin.”
Mîtînga Azadiyê ya DEM Partiyê, bi stranên Kurdî yên Koma Agirê Jiyan û hunermend Tara Mamedovayê û her wiha bi dîlan û govendê bi dawî bû.

