Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhanji bo 'Yasaya Çarçoveyê' bang kir û got "Divê deriyê aştiyê ji her kesî re vekirî be."
Bakirhan tekez kir ku Abdullah Ocalan "muxatabê yekane" ye û got, "Êdî ti hincet nemaye ku şert û mercên civîna Birêz Ocalan a bi civakê re bên paşxistin."
DEM Partiyê li Qada Bagcilarê ya Stenbolê "Mîtînga Azadiyê" li dar xist.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Stenbolê di "Mîtînga Azadiyê" de axivî.
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de hunermendê navdar Kadir Înanirê ku koça dawî kiribû bi bîr anî.
Bakirhan got, "Me evîndarê aştiyê, zarokê Deryaya Reş û dostê Kurdan Kadir Înanir ji dest da.
Em soz didin wî û Sirri Sureyya Onder: Em dê teqez Tirkiyeyeke demokratîk a ku Tirk, Kurd û Elewî tê de welatiyên wekhev in ava bikin."
"Mesrefa şerê 50 salî 3 trilyon dolar e"
Bakirhan diyar kir ku Tirkiyeyê 50 salên xwe yên dawî ji bo perçiqandina mafên demokratîk ên Kurdan xerc kirine.
Wî bal kişand ser bîlançoya aborî û civakî ya pêvajoya şer û got:
"Vî welatî 3 trilyon dolar ji bo ku Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê neaxivin û îradeya xwe ya siyasî hilnebijêrin xerc kir.
Îro heger kesê bi meaşê herî kêm dixebite nikare debara xwe bike, sedema wê ev şerê 50 salî ye.
Em li van qadan in da ku Selahattîn, Fîgen û Leyla ne li girtîgehê, di nav me de bin. Em li vir in da ku pêvajoya heyî bi ser bikeve."
"Rêya çareseriyê di Yasayeke Çarçoveyê ya wêrek re derbas dibe"
Bakirhan diyar kir ku erkê herî lezgîn ê siyasetê derxistina "yasayeke çarçoveyê" ye.
Wî tekez kir ku divê ev yasa ew qasî zelal be ku cih nede cudakariyê û wiha pê de çû:
"Divê yasaya çarçoveyê eşkere, zelal û wêrek be. Divê hiqûqeke wisa ava bike ku kes ji derî venegere.
Divê yasa rêya vegera ji çiyê, girtîgehê û sirgûnê ya ji bo siyaseta demokratîk veke.
Nabe ku ti kes ji deriyê aştiyê bê vegerandin, nabe ku bê gotin 'ev vedigere, ew nikare vegere'.
Heger em bişkoka yekem rast girêbidin, dê rêya me derkeve komareke demokratîk.
Bişkoka ku xelet hatibû girêdan sed sal in li enerjiya Tirkiyeyê dimije."
"Muxatab Ocalan e"
Bakirhan, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û bêbandorkirina çekan bal kişand ser rola navendî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Wî diyar kir ku divê şert û mercên tecrîdê bi dawî bibin û wiha domand:
"Ji bo rawestandina vê pêvajoyê û bidawîkirina şer tenê muxatabek heye, ew jî Birêz Abdullah Ocalan e.
Birêz Ocalanê ku 27 sal in di girtîgehê de ye, di her derfetê de aştî û çareseriya li Tirkiyeyê parast.
Piştî vê saetê qebûlkirina wî ya di hucreyeke 12 metreçargoşeyî de nayê qebûlkirin.
Ji bo bipaşxistina şert û mercên xebata azad û civîna bi civakê re ya Ocalan ti hincetek nîne.
Ev rewş testa herî girîng e ku dê nîşan bide ka îradeya aştiyê ya Tirkiyeyê çi qasî jidil e."
"Yên ku ji aştiyê ditirsin hene"
Bakirhan anî zimên ku derengmayîna pêvajoya aştiyê rê li ber sabotajan vedike û got, "Yên ku ji hevdîtina gelan û aştiyê ditirsin hene.
Bersiva herî baş a ji bo kesên difikirin ku dema Kurd û Tirk li hev bikin ew dê dengan ji dest bidin, ew e ku deriyê aştiyê heta dawiyê bê vekirin."
Bakirhan axaftina xwe bi van gotinan temam kir:
"Rêya me dirêj e, pêdiviya me bi hevgirtineke zêdetir heye.
Li pişt me gelê me heye, li pêşiya me Dayîkên Aştiyê û şoreşgerên ku qet dest jê bernadin hene.
Em dê bi hev re Tirkiyeyekê ava bikin ku ti kes ji ber ramanên xwe nayê girtin."

