Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê bi dirûşma “Li gel Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk ve” ji bo azadiya Abdullah Ocalan 2 mîtîngên berfireh saz kirin.
Bi hezaran kes beşdarî mîtîngan bûn, peyamên aştiyê hatin dayîn û tekezî li serkeftina pêvajoyê hat kirin.
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş di mîtîngê de axivî û got:
“Em dixwazin êdî deriyên tundiyê heta qiyametê werin girtin.
Em vê yekê ne ji ber ku ditirsin an bêçare ne dibêjin.
Ez wekî kesekî ku 34 sal wate 3 li ser pêncê temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye vê yekê dibêjim.
Em ji bo aştiyê hene, bedel hat dayîn êdî bes e û em dixwazin ji niha û pê ve dem bibe dema aştiyê.”
"Divê yasaya çarçoveyê demildest were Parlamentoyê"
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî banga avêtina gavên yasayî li desthilatê kir û anî ziman:
“Ew yasaya çarçoveyê ya ku behsa wê tê kirin divê demildest were Parlamentoyê.
Divê êdî di vî warî de gav bên avêtin û divê êdî bên qonaxekê ku bikarin behsa gavên pişt re bikin.”
Desthilatê bi taybetî piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên di civîna dawî ya koma partiya xwe de lez daye xebat û amadehiyên li ser yasaya pêvajoyê.
Hewl tê dayîn beriya ku bikeve bêhnvedanê, di vê serdema yasadanînê de reşnivîsa yasayê bikeve rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser mijarê destnîşan kir:
"Êdî ji bo ku rêxistina terorê çekan deyne, divê zemîna yasayî ya ku dê vê yekê pêk bîne ava bibe.
Em di wê baweriyê de ne divê ev mijar demildest were Parlamentoyê û piştî nirxandina bilez a li Parlamentoyê bibe yasa.”
Naveroka yasayê çi ye?
Naveroka yasayê çi ye û gerîla dê çawa vegerin? Ev yek ji wan pirsan e ku herî zêde ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di bernameyeke televîzyonî de hûrgiliyên zêde nedan lê çarçoveyek ji bo yasayê xêz kir û eşkere kir:
"Yasaya ku dê bê derxistin taybet û demkî ye.
Dê ne yasayek be ku her kesî li xwe bigire û heta dawiyê berdewam bike.
Armanc çi ye, bila çek bên danîn û em bibêjin dê 6 an 8 meh an jî salek dem bê dayîn.
Ew kesên di vê dema diyarkirî de bên dê ji vê yasayê sûdmend bin û pişt re dê derî bên girtin.”
Ji bo derxistina yasaya pêvajoyê çav li Serokkomarê Tirkiyeyê ne.
Reşnivîsa wê dê destpêkê ji Erdogan re were pêşkêşkirin û pişt re jî Parlamento dê bernameya xwe ya xebatê ya li ser yasayê diyar bike.
DEM Partî dê îro jî bi dirûşma “Li gel Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk ve” li Amed û Stenbolê mîtîngan li dar bixe.


