Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî bi kêrê êrişî cemaeta mizgeftekê kir û 2 kes kuştin.
Bûyer li Taxa Saraycikê ya navçeya Kocasînanê ya parêzgeha Qeyseriyê qewimî.
Beriya nimêja eşayê, Musa Yîgît û Zubeyîr Tosun li ber deriyê mizgeftê diaxivîn û Mehmet A.yê ku tê îdiakirin pirsgirêkên wî yên derûnî hene, bi kêrê êrişî wan kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Her du jî li cihê bûyerê mirin
Tîmên tenduristiyê da zanîn ku Musa Yîgît û Zubeyîr Tosun li cihê bûyerê mirine.
Piştî lêkolînê, termên Yîgît û Tosun ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.
Mehmet A.yê ku piştî êrişê hat desteserkirin, kar û barên wî yên li qereqola cendirmeyan didomin.


