Hewlêr (Rûdaw) - Endamê DAIŞê û welatiyê Tirkiyê Omer Deniz Dundar ragihand ku rêxistina DAIŞê plana kuştina Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu amade kiriye lê plan nehatiye bicihkirin.
Li gorî medya Tirkiyeyê, endamê DAIŞê Omer Deniz Dundarê ku li Sûriyeyê hat desteserkirin di çarçoveya “poşmantiya bibandor” de zanyariyên derbarê rêxistina DAIŞê de bi saziyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê re parve kirin.
Omer Dundar di îfadeya xwe de ragihand ku DAIŞê plana kuştina Ekrem Îmamoglu kiriye lê plan nehatiye bicihkirin.
Dundar di heman demê de wekî tawanbarê teqîna 10ê Çiriya Peşîn a 2015an a Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê tê qebûlkirin ku ji aliyê HDP û sendîkayên karkeran ve hatibû organîzekirin.
Di teqînê de 109 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdeyî 500 kesan birîndar bûbûn.
Dundar ji bo Komkujiya 10ê Çiriya Peşîn gotiye, berpirsê rêxistina DAIŞê yê Dîlokê Yunus Durmaz bi înîsiyatîfa xwe êriş pêk aniye.
Lê ji ber ku wê demê “di navbera Tirkiyê û rêxistina DAIŞê de hevdîtinên lihevkirinê hebûne, rêxistinê berpirsiyariya êrişê li xwe negirtiye.”
Cêwiyê Omer Deniz Dundar, Mahmut Gazi Dundar jî salên 2014-2015an beşdarî DAIŞê bûye û sala 2019an ji aliyê YPGê ve hatiye desteserkirin.



