Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu îdiayên derbarê Ozgur Ozel de red kirin.
Hatibû îdiakirin ku Ozel 2016an ji bo rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPyê dengê "erê" daye.
Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku ew dem di Lijneya Birêvebir a Navendî ya CHPyê de 4 kes li dijî rakirina parêzbendiyan derketine.
Tanrikulu da zanîn ku yek ji wan 4 kesan jî Ozgur Ozel bûye û Ozel di vê mijarê de gelekî israr kiriye.
Tanrikulu ragihand ku wî bi xwe jî bi Serokê Giştî yê wê demê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kiriye.
Tanrikulu di hevdîtinê de ji wî re gotiye, eger parêzbendî bên rakirin dê zerereke mezin bigihêje welêt.
'Ozel, Boke û Agbaba li dijî derketin'
Li gorî gotina Tanrikulu, Ozgur Ozel, Selîn Sayek Boke û Velî Agbaba bi israr li dijî rakirina parêzbendiyan derketine.
Tanrikulu destnîşan kir ku CHPyiyekî din jî li dijî rakirina parêzbendiyan derketiye lê niha navê wî nayê bîra wî.
Parlamenterê berê yê HDPyê Hişyar Ozsoy îdia kiribû ku Ozgur Ozelê ku wê demê Serokwekîlê Koma CHPyê bûye, 2016an li parlamentoyê ji bo rakirina parêzbendiyan dengê "erê" daye.
'Ez dê bi Hişyar Beg re biaxivim'
Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û li ser wê pêvajoyê ev agahî dan:
“Bi rastî jî ez gelekî xemgîn im. Ozgur Ozel wê demê Serokwekîlê Komê bû.
Di heman demê de yek ji serokwekîlên komê bû ku beşdarî Lijneya Birêvebir a Navendî dibû.
Wê demê serokwekîlên komê beşdarî Lijneya Birêvebir a Navendî dibûn lê mafê wan ê dengdanê tune bû.
Ozel hevalekî me yê wisa bû ku ji destpêkê ve li her derê, di komê û Lijneya Birêvebir a Navendî de bi israr digot, 'divê em bibêjin na'.
Bi rastî ez fêm nakim ev tişt ji ku derket. Ez dê bi Hişyar Beg re jî biaxivim. Lê binêrin Ozel bi israr li dijî derket.
Wê rojê di Lijneya Birêvebir a Navendî de ev yek wiha bû û di nava CHPyê de her kes bi vê yekê dizane.
Ew yek ji wan 4 hevalên me bû ku di Lijneya Birêvebir a Navendî de digot divê ev çênebe. Hemû CHPyî bi vê yekê dizanin."
'Min ji Kiliçdaroglu re got ev xerabî ye'
Tanrikulu amaje bi wê yekê da ku ew di wê pêvajoyê de ne endamê MYKyê bûye û wiha axivî:
"Bi qasî ku tê bîra min, ez wê rojê ne endamê Lijneya Birêvebir a Navendî bûm.
Min Kanûna Paşîn a 2016an dev ji Lijneya Birêvebir a Navendî berda.
Piştî komcivîna Kanûna Paşîn a 2016an, Kemal Beg ez careke din nekirim endamê MYKyê.
Bi qasî ku tê bîra min Selîn Sayek Boke, Velî Agbaba û Ozgur Ozel li dijî derketin. Divê kesekî din jî hebe, bi giştî 4 kes bûn.
Hinek bêdeng mabûn, hinekan jî bi israr rakirina parêzbendiyan diparast. Ez qala yên ku digotin 'na' dikim.
Her wiha ez bi xwe bi Kemal Beg re axivî. Niha ne rast e ez tiştên di navbera du kesan de li vir bibêjim.
Lê ez ew kes im ku bi israr ji wî re gotiye ku nabe ew vê xerabiyê li xwe, malbata xwe, CHPyê û Tirkiyeyê bike.
Serokwekîlê me yê komê Ozgur Ozel jî bi israr li dijî vê yekê derket."



