Hewlêr (Rûdaw) - Li Qeterê di teqîna li herêma pîşesaziyê de 54 kes birîndar bûn û ji bo dîtina 18 kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Wezareta Karên Navxwe ya Qeterê li ser teqîna li Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffanê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê ragihand ku di encama teqînê de 54 kes birîndar bûne.
Xebatên ji bo dîtina windayan didomin
Wezaretê diyar kir ku ji bo dîtina 18 kesên winda xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Herêma pîşesaziyê ya Ras Laffanê dikeve bakurê paytext Dohayê.
Li gorî daxuyaniya berê ya Wezaretê, teqîn di kargehekê de ji ber sedemeke teknîk qewimiye.
Agir hat vemirandin
Şirketa Enerjiyê ya Qeterê (Qatar Energy) jî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Şirketê eşkere kir ku piştî teqînê li navenda dabînkirina gazê ya herêmî agir derketibû lê tîman ew agir vemirandiye.
Ras Laffan yek ji navendên herî girîng ên pîşesazî û enerjiyê yên Qeterê ye.



