Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteya zimanê Kurdî Evîn Ozbay nehat tayînkirin lê wê jî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û li odeyeke mala xwe 5 sal in bi awayekî online dersên Kurdî dide.
Evîn Ozbay bi eslê xwe ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye û li bajarê Mêrsînê dijî.
5 sal in dersan dide
Mamoste Evîn sala 2021ê ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Mûşê derçû û paşê jî li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mastera xwe temam kir.
Ew jî mîna nêzîkî 2 hezar mamosteyên Kurdî nehat tayînkirin lê wê ev rê ji xwe re kir deriyê dahatê.
Evîn Ozbayê da zanîn ku wê sala 2021ê dest bi dersên online kiriye û got:
“Ev 5 sal in ez dersan didim. Di nava van 5 salan de 250 xwendekarên min çêbûn.
Di 2 salên dawî de 60 xwendekarên min fêrî Kurmancî bûn.
Dema xwendekarên min fêrî Kurmancî dibin ez bi wan serbilind dibim.”
Xwendekarên wê ji gelek welatan hene
Niha nêzîkî 20 xwendekarên mamosteya Kurdî hene.
Ew ji bo her saeteke dersa Kurdî 900 lîreyên Tirkî (nêzîkî 20 dolar) werdigire.
Evîn Ozbayê anî zimên ku xwendekarên wê ne tenê Kurd in û wiha pê de çû:
“Tirk û Erebên ku dixwestin fêrî Kurmancî bibin jî hebûn.
Ji gelek welatên wekî Holenda, Amerîka, Polonya, Îtalya û Tirkiyeyê xwendekarên min çêbûn.
Hemûyan jî bi serkeftî kursên xwe temam kirin û fêrî Kurdî bûn.”
"Niha Kurdiya min gelekî bi pêş ketiye"
Xwendekar ji mamosteya xwe gelekî razî ne û bi saya wê Kurdiya xwe bi pêş xistiye.
Zeyneb Serhediya ku ji Stenbolê beşdarî kursê dibe diyar kir ku wê Evîn Ozbay li ser medyaya civakî nas kiriye û got:
“Me di nava salekê de ji asta yekem heta asta sêyem xelas kir.
Me di dersan de li gel zimanê Kurdî qala dîrok û kesayetiyên Kurdan jî dikir.
Mamoste li gorî asta min pirtûk pêşniyar dikirin û bi rastî niha Kurdiya min gelekî bi pêş ketiye. Ez spasiya mamosteya xwe dikim.”
Platforma Kurdî ya Evîn Ozbayê sînoran nas nake.
Ew ji 5 salî heta 65 salî xwendekarên di temenên cuda de li dora xwe kom dike.
Xwendekarê bi navê Hakan ê ji Holendayê jî nêrînên xwe wiha anîn zimên:
“Ez ji Erzînganê me lê ez li Holendayê dijîm. Çend sal in ez li cem mamoste Evînê dersan werdigirim.
Ew her tim motîvasyona min bilind dike û bi coş dersan dide.”
Xeyala wê tayînkirin e
Dersên Evîn Ozbayê di germahî û kelecana poleke asayî de derbas dibin.
Carnan zarok di dersan de bi kelecan çîrokan ji mezinan re dibêjin.
Hinek xwendekar jî stranan ji mamoste û hevalên xwe re dibêjin.
Lê tiştê ku herî zêde bala wê dikişîne evîn û meraqa xwendekarên bi temen e.
Mamoste Evînê li ser xwendekarên xwe yên bi temen wiha got:
“Ya ku bala min dikişîne xwendekarên min ên bi temen in ku 60 salî ne û dixwazin fêrî Kurmancî bibin.
Dema min sedem dipirsî digotin, ‘Em ji bo zimanê dayîkê dereng man û em niha çi bikin em dê kêfxweş bibin.’
Bi rastî dema min xwendekarên wisa didîtin ez gelekî hestiyar dibûm.”
Xeyala mamoste Evînê ew e ku vê ezmûna xwe ya zimanê Kurdî veguhêze nav polên asayî û perwerdeya Kurdî bide zarokên Kurd.
Ji ber vê yekê ew li bendê ye ku rojekê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ve wekî mamoste were tayînkirin.


