Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser biryara rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş a ku berê hatibû dayîn got, "Ez li pişt biryara me ya li ser Selahattîn Beg im, ez ne poşman im."
Kemal Kiliçdaroglu beşdarî weşana zindî ya Sozcu TVyê bû û li ser mijarên di rojevê de daxuyanî da.
"Ez ne poşman im"
Kiliçdaroglu li ser pêvajoya rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş wiha peyivî:
"Ez ne terefê dozan im lê prensîba min zelal e: Dema ku fezleke hat Parlamentoyê divê parêzbendî werin rakirin û kes li ber dadgehê were paqijkirin. Ez li pişt biryara me ya li ser Selahattîn Beg im, ez ne poşman im."
"Ez dê dev ji siyasetê berdim"
Kiliçdaroglu ew angaştên ku digot wî berê biryarên dadgehê yên li ser pêvajoya kongreyê dizanîbûn bi tundî red kirin û got:
"Eger min zanibûya dê biryar derkeve, ma min dê rojek berê ew vîdeo belav bikira? Eger hûn rojekê bipeyîtînin ku ez çûme dadgehê, ez bi dadwerekî re peyivî me yan jî min ti têkilî daniye, ez dê sibe serê sibehê dev ji Serokatiya Giştî ya CHPyê (endamtî yan siyasetê) berdim."
"CHP qirêjiyê qebûl nake"
Kiliçdaroglu li ser mijara "paqijbûnê" ya di vîdeoya xwe de jî daxuyanî da û bal kişand ser çanda exlaqî ya partiyê.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku divê partî ji qirêjiyê paqij bibe û li pey çû:
"Ez îro jî heman tiştî dibêjim. Di dirêjahiya dîrokê de ji me re gotin 'komunîst', 'faşîst' yan jî 'bêdîn' lê kesî nekariye li ser serdestiya exlaqî ya partiyê tiştekî bibêje.
Dema ku yekî CHPyî diaxive her kes bi baldarî guhdar dike çimkî dizanin ku li pişt wî kesî sekneke exlaqî heye. Partî ti carî qirêjiyê qebûl nake û divê hemû rexneyên li ser exlaq werin liberçavgirtin."



