Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Îsraîlê û Serokê Partiya "Paşeroj Heye" ya mixalefeta sereke Yair Lapid peymana di navbera Amerîka û Îranê de rexne kir û got, “Serokwezîr Benjamin Netanyahu şer winda kir.”
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Yair Lapid beriya civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê li Tel Evîva paytext ji rojnamegeran re axivî.
Wî bertek nîşanî peymana di navbera Washington û Tehranê de da û got:
"Netanyahu şer winda kir. Di dîrokê de li eniya Îranê têkçûneke ew qasî teqez a wekî têkçûna dîplomatîk a Netanyahu ti carî nehatiye dîtin.
Êdî dema wê hatiye ku em qebûl bikin ku Netanyahu nikare vî karî bimeşîne."
Lapid bi bîr anî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ber çavên her kesî û bi eşkereyî ji Netanyahu re gotiye, "Patronê te ez im û ji te re çi bê gotin tu dê wê bikî.”
Lapid diyar kir ku ev rewş gelekî acizker e.
"Peymana Amerîka û Îranê têkçûna Netanyahu ye"
Serokwezîrê berê Naftali Bennett jî bertek nîşanî peymana Amerîka û Îranê da.
Bennett serokatiya tifaqa "Bi Hev Re" dike ku bi Lapidê ji mixalefetê re hatiye avakirin.
Tê pêşbînîkirin ku hilbijartinên giştî yên Îsraîlê heta 27ê Çiriya Pêşîn a 2026an werin kirin.
Bennett di van hilbijartinan de li şûna Netanyahu wekî yek ji namzedên herî bihêz tê dîtin.
Bennett da zanîn ku ev peyman encama têkçûna birêvebiriya Netanyahu ye.
Wî diyar kir ku hikûmetê Îsraîl "kiriye nav şerekî xitimî û westîner û ew ji bidestxistina serkeftineke teqez aciz e."
"Netanyahu Îsraîl ber bi karesateke dîplomatîk ve bir"
Wezîrê berê yê parastinê yê Îsraîlê û Serokê Partiya "Mala Me Îsraîl e" ya mixalefetê Avigdor Liberman jî li ser heman mijarê axivî.
Liberman diyar kir ku divê Îsraîl rê nede Amerîkayê ku di navbera agirbesta bi Îranê re û êrişên li Libnanê de pêwendiyekê deyne.
Liberman, Netanyahu tawanbar kir ku Îsraîl ber bi "karesateke dîplomatîk a gelekî xirabtir" a ji peymana 2015an biriye.
Liberman amaje pê kir ku divê ew ji bo êrişên Îranê û yên Hizbulaha ji Libnanê amade bin û got:
"Divê em li hemberî her mûşekeke Îranê ya ku tê avêtin, bi wêrankirina Girava Harkê û Bendera Ebbasê bersivê bidin."
Liberman her wiha xwest ku di nav artêşa Îsraîlê de hêzeke mûşekî were avakirin.
Wî di dawiya axaftina xwe de got, "Ji niha û pê ve divê Mossad tenê li ser mîsyonekê hûr bibe, ew jî rûxandina rejîma Ayetulahan e."



