Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Lîwaya Golaniyê ya artêşa Îsraîlê ragihand ku ew amade ne ber bi paytexta Libnanê Beyrûtê ve pêş ve herin.
Her wiha angaşt kir ku di tunelên Hizbulahê de belge û nexşeyên stratejîk ên leşkerî yên Îranê dîtine.
"Em li benda fermanê ne"
Fermandarê Yekîneya 13an a Lîwaya Golaniyê ya artêşa Îsraîlê ku bi navê "M" tê naskirin, di hevpeyvîneke xwe ya li gel medyaya welatê xwe de li ser operasyonên Libnanê û armancên artêşê axivî.
Fermandarê ku 15 sal in di artêşê de ye û berê li Xan Yûnis û Refaha Xezeê erkdar bûye, daxuyand ku yekîneyên wan dikarin heta kûrahiya Libnanê bi pêş ve biçin.
Fermandarê Îsraîlî diyar kir ku Lîwaya Golaniyê ji bo her cure erkên dijwar amade ye û got:
"Eger ferman were dayîn, hêzên me yên bejahî dikarin ber bi Beyrûta paytexta Libnanê ve bi pêş ve herin û wê kontrol bikin. Yekîneyên me ji bo vî erkî bi temamî amade ne."
Di tunelan de şopên Îranê
Fermandarê Îsraîlî ragihand ku ew di dema lêgerîna li stargeh û tunelên Hizbulahê de rastî tiştên balkêş hatine.
Wî da zanîn ku ligel gelek çek û teqemeniyan, wan belgeyên stratejiyên leşkerî yên ku ji aliyê Îranê ve hatine amadekirin û nexşeyên leşkerî yên bi hûrgilî yên herêmê dîtine.
Fermandar bal kişand ser girîngiya stratejîk a kontrolkirina herêma Newala Salukiyê ya li başûrê Libnanê û got, bi vê gavê deverên niştecihbûnê yên li bakurê Îsraîlê ewletir bûne.
Wî her wiha anî ziman ku bi vê operasyonê xetên avêtina mûşek û dronên Hizbulahê bi paş de hatine birin.
Bîlançoya şer
Fermandarê Îsraîlî da zanîn ku yekîneya wî di pevçûnên dawî de nêzîkî 50 endamên Hizbulahê "bêbandor" kirine, li hemberî vê yekê 3 leşkerên wan jî mirine.
Ew li ser dijwariya şer jî wiha axivî:
"Dema em cara pêşî ketin Libnanê, me li hemberî dronên nifşê nû yên Hizbulahê yên ku bi fîberoptîkan tên kontrolkirin, amadehî nedîtibûn."
Fermandarê Îsraîlî da xuyakirin ku ev metirsî hîn jî berdewam dike.



.webp&w=3840&q=75)