Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Îranê pêleke nû ya mûşekan avêt Îsraîlê, rayedaran asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê demjimêran girt.
Birêvebirê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Rûdawê re got, "Geştên asmanî 72 demjimêran hatin rawestandin."
Berdevkê Desteya Balafirvaniya Sivîl a Îraqê Cîhad Kazim jî ji Rûdawê re ragihand ku asmanê Îraqê "72 demjimêran hatiye girtin."
Asmanê Îranê jî hat girtin
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê belav kir ku rayedarên Îranê çûn û hatina asmanî sînordar kiriye.
Li gorî nûçeyê, piştî nirxandinên ewlehiyê "asmanê rojavayê welêt heta daxuyaniyeke din hatiye girtin."
Gelek welatên herêmê jî gavên bi vî rengî avêtin.
Êrişa Îranê
Girtina asmanê herêmê piştî wê yekê hat ku Îranê mûşek avêtin Îsraîlê.
Beriya niha berpirsên Îranê ji ber êrişên dawî yên Îsraîlê yên li Libnanê gef xwaribûn.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, "Berî demeke kurt mûşekên ku ji Îranê ber bi xaka Îsraîlê ve hatine avêtin, hatin destnîşankirin."
Her wiha hat diyarkirin ku piştî avêtina mûşekan, li gelek deverên welêt zengilên hişyariyê lê daye.
Medyaya nîvfermî ya Îranê ragihand ku mûşek ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine avêtin.
Hişyariya Îranê
Piştî êrişê, Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê, Îsraîl bi wê yekê tometbar kir ku bi piştgiriya Amerîkayê û bêdengiya navneteweyî agirbest bin pê kiriye û êrişên li ser Libnanê zêde kirine.
Baregehê her wiha îdia kir ku Îsraîlê çekên qedexekirî bi kar anîne.
Fermandariya leşkerî ya Îranê hişyarî da ku êrişên Îsraîlê yên li ser taxên başûrê Beyrûtê "hemû xetên sor" derbas kirine.
Fermandariyê gef xwar ku heke êriş bidomin an jî Îsraîl bersivê bide gavên Îranê, ew dê "derbên wêrankertir û poşmanker" lê bidin.



