Hewlêr (Rûdaw) - Supya Pasdaran a Îranê gef li Îsraîlê xwar û got, “Eger êriş bidomin dê bersiv wêrankertir be.”
Supya Pasdaran a Îranê li ser êrişên bi mûşekan daxuyaniyeke fermî belav kir.
Ew êriş wekî bersiva êrişên Îsraîlê yên li Libnanê hatiye kirin.
Supya Pasdaran a Îranê ragjand ku wan bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ya Îsraîlê kiriye.
Ev baregeh xwedî girîngiyeke stratejîk e.
"We soza xwe bi cih neanî"
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku agirbesta 19ê Nîsanê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye xerakirin û got:
"Qebûlkirina agirbestê girêdayî wê mercê bû ku hemû eniyên şer bêdeng bibin.
Lê rejîma siyonîst komkujiyên xwe yên li Libnanê didomîne.
Amerîkayê jî li Tengava Hurmizê û Deryaya Omanê êrişî keştiyên Îranê kir û peyman xera kir."
Baregeha Ramat Davidê hat hedefgirtin
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê, mûşekên balîstîk ên Îranê li Baregeha Asmanî ya Ramat Davidê ketine.
Ev baregeh wekî "navenda sereke" ya êrişên asmanî tê dîtin.
Ji vê baregehê êrişî başûrê Libnan, Sûr û başûrê Beyrûtê dihat kirin.
Ji Îranê hişyariya pêla duyemîn
Tehranê bi zimanekî tund hişyarî da Îsraîlê û ragihand ku eger êrişên li Beyrûtê bidomin bersiva bê dê wêrankertir û rasterast be.
Liv û tevgera şeva mûşekan a li herêmê didome.



